Çalakiya kon a li Bonnê bi dawî bû
Li bajarê Elmanya Bonnê çalakiya kon a du rojan ya ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdin ên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve bidawî bû.
Li bajarê Elmanya Bonnê çalakiya kon a du rojan ya ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdin ên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve bidawî bû.
Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Frîedensplatza Bonnê hate lidarxistin.
Di her du rojên çalakiyê de gel hate agahdarkirin.
Çalaki bi banga beşdarbûna meşa ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê ku wê saet 13:00’an were lidarxistin, bi dawî bû.