Çalakiya bêîteatiya sivîl li Parîsê hat lidarxistin

Li Dêra Spî ya Parîsê, Kurdistaniyan û dostên xwe ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek li dar xist û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabibin.

Li Parîsa paytexta Fransayê, Kurdistaniyan û dostên xwe ji bo tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabibe û bi fîzîkî azad bibe, li Dêra Spî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.

Girse, saet di 15.00’an de li ber dêrê hat ba hev û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan’’ nivîsandî hildan û çalakiya rûniştinê li dar xist.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku sê sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) dengê xwe nake. Di serî de Konseya Ewropayê û CPT, bang li hemû saziyên navneteweyî hat kirin ku bi erka xwe rabibin. Aktîvîstê Kurd ku li ser navê çalakgeran axivî, got: ‘’Bi fikir û tevgera Rêber Apo bi hezaran ciwanên Kurd bedel da û Ewropa û dinyayê ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Rêber Apo afirînerê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û hêviya jinan e ku neheqî li wan dibe; nabe ku girtî bimîne. Me bang li Kurdan û dostên me ew e em bi hev re ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin.’’

Gava çalakiyê belavokên têkildarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Bala yên li der û dorê jî li ser çalakiyê bû. Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Azadî ji bo Ocalan’’, ‘’Bê Serok Apo jiyan nabe’’ û ‘’Bimire xiyanet, bijî Kurdistan’’ hatin berzkirin. Girseyê dirûşme berz kirin û li ser pêlikên dêrê çû û hat û dawî li çalakiyê anî.