Çalakgerên Strasboûrgê ji bo Roja Dayikan peyam da

Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê bi armanca Roja Dayikan peyamek weşandin û diyar kirin ku xwedîlêderketina berxwedanê wê diyariya herî xweş a jiyana azad be.

Li ser navê 14 çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê, çalakger Nûrgul Başaran diyar kir ku berxwedana wan demsalek li pey xwe hiştiye.

Başaran di peyama xwe de got ku “Berxwedana me bi mehan e didome, dayikan piştgiriyeke mezin dan berxwedana me. A niha 7 hezar rêhevalên me di greva birçîbûnê de ne, di heman demê de 30 hevalên me jî di rojiya mirinê de ne.

Me di serî de diyar kir ku heta tecrîd were rakirin em ê berxwedana xwe bidomînin. Xwedîlêderketina berxwedana me gelekî girîng e.

Berxwedana dayikan, helwesteke wisa ye ku wê têkeve dîrokê. Dayikên me bi çalakiyên xwe li hemberî AKP û MHP’ê helwesteke girîng datînin holê. Dayikên me di berxwedana 40 salan de, hêza sereke ne. Heke em dixwazin roja dayikan pîroz bikin divê em îradeya şikandina tecrîdê derxînin holê û em ê rojên xweş diyarî wan bikin. Divê em ji wan re qadên jiyana azad ava bikin.

Divê em xwedî li berxwedana dayikên bi xavikên spî derkevin. Divê xwedî li vê dîrokê were derketin. Ev berpirsyariya me hemûyan e. Diyariya herî xweş a ji bo dayikan, geşkirina têkoşînê ye. Li ser vî esasî ez roja dayikan a Leyla Guven, dayika Uveyş û ya dayikên hemû şehîd û girtiyan pîroz dikim.”