BI DÎMEN

Çalakgerên Nobeda Azadiyê: Bila ciwanên Ewropayê dengê xwe bilind bikin

Koma nû ya Nobeda Azadiyê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin û ji ciwanên Kurd jî xwest, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal çi pêwîst be wê bikin.

NOBEDA AZADIYÊ DI HEFTEYA 615'AN DE YE

Agît Ûral ku sala 2018'an beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya 14 aktîvîstan bû got, "Çawa ku ruhê yekîtiyê û berxwedana li Wanê bi dijmin paşve gav da avêtin, ciwanên me yên li Ewropayê jî divê dengê xwe bilind bikin, yekîtî û rêxistiniya xwe mezin bikin ku bi vî rengî karibin encamê werbigirin û Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin."

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di sala 12'an de dewam dike.

Nobeda ku her hefte ji aliyê komeke ji gelê Kurd ê li Ewropayê tê meşandin di hefteya 615'an de ye.

Çalakî li qadeke nêzî saziyên Ewropayê (Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) tê lidarxistin. Çalakgerên hefteya nû jî koma ji bajarê Kîel ê Elmanyayê ye. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê Agît ûral, Medîne Ûral, Abdullah Yildiz û Şiyar Yilmaz çalakgerên vê hefteyê ne.

Endamê komê Agît Ûral yek ji 14 siyasetmedar, parêzer, rojnamevan û aktîvîstan bû ku 17'ê Kanûna 2018'an li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê. Agît Ûral got, "Rojbûna Rêberê me li 4 parçeyên Kurdistanê pîroz be" û Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz kir. Agît Ûral greva birçîbûnê ya sala 2018'an bi bîr xist û got, "Me hin encam wergirtibin jî ne li gorî daxwaza me bû. Ji bo encameke baş werbigirin, sala 2024'an gelekî girîng e. Saleke berxwedanê ye. Ji bo karibin Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin çi pêwîst be divê em bikin. Em bang li Parlamenta Ewropayê dikin. Li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Mafên mirovan ên ku we xistin rojevê tenê li ser kaxizê dimîne, hûn di pratîkê de bi cih nînin. Di serî de CPT divê li ser vê yekê bisekine. Hêviya me ji ciwanên me jî ew e ku ji bo karibin encamê werbigirin di sala 2024'an de hîn çalak bin, dengê xwe hîn bêhtir bilind bikin. Çawa ku berxwedan û ruhê yekîtiyê yê li Wanê hate nîşandan bi dijmin paşve gav da avêtin, divê ciwanên me yên li Ewropayê jî dengê xwe bilind bikin, yekîtî û rêxistiniya xwe xurt bikin ku em karibin encamê werbigirin û Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin."

Şiyar Yilmaz jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî bang kir ku gelê Kurd bibe yek û xwe bigihînin armancên xwe.