Çalakgerên meşa dirêj li Strasboûrgê komplo şermezar kirin
Li Strasboûrgê 3 baskên meşên dirêj gihiştin hev û 20’emîn salvegera komploya navnetewî bi meşeke mezin protesto kirin.
Li Strasboûrgê 3 baskên meşên dirêj gihiştin hev û 20’emîn salvegera komploya navnetewî bi meşeke mezin protesto kirin.
20’emîn salvegera komploua navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransa Strasboûrgê bi beşdarbûna komên meşên dirêj ên ji Mannheîm, Luksemboûrg û Baselê bi meşeke mezin hate protesto kirin.
Li aliyê din grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpê kirin, bi biryardarî didomin.
LI NAVENDA BAJÊR MEŞVANÊN 3 BASKAN LI HEV CIVIYAN
Di salvegera Komploya Navnetewî de ji Luksembûrg, Basel û Mannehîmê meşên dirêj hatibûn destpê kirin, meşvan îro bi çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ku çalakiya wan di roja 61’an de ye civiyan. Bi sedan kesên ku di nava wan de enternasyonalîst jî hene piştre derbasî Qada Place Kléber bûn.
Li qadê dirûşmeyên ‘daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne’ , ‘Tecrîdê bişkînin, Kurdistanê azad bikin’ û ‘ji bo Rojava rabin ser pêyan” hate berzkirin. Di çaakiyê de wêneyên Ocalan û Leyla Guven hatin rakirin.
Li vir li ser navê enternasyonalîstan, HDP’yiyên ku ji Baselê dest bi meşa dirêj kirin û ciwanên Kurd ên ji Mannehîmê dimeşiyan daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku ji sala 2011’an ve parêzer û zêdetirî 3 sal e hevdîtin bi Ocalan re nayê pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya bi pêşengiya Leyla Guven ku 8’ê Mijdarê destpê kir belavî girtîgeh, Strasboûrg, Hewlêr, Galler û gelek aliyan bûn.
Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rewşa parlamentera Kurd Leyla Guven gelek xirab e û banga demildest ketina tevgerê li Konseya Ewropa hate kirin.
HETA KONSEYA EWROPA MEŞIYAN
Çalakgerên meşa dirêj ji Place Kléber ber bi Avenue de l’Europe ku saziyên weke Konseya Ewropa (KE), KomÎteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) lê ye meşiyan û bê navber bi zimanê Kurdî, Fransî, Îspanyolî û Îngilîzî ‘Em Kîne? Em hemû Leyla ne’ , ‘Divê tecrîd bidawî bibe’ , ‘Ji Ocalan re azadî’ ‘Alerta’ , ‘Em ne rohilatî-rojavayî ne têkoşîna jinê enternasyonalîst’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.
Çalakger 3 kîlometerayan meşiyan û piştre li pêşiya Konseya Ewropa ku ji sala 2012’an ve çalakiya Nobeta Azadiya Ocalan tê lidarxisitin, kombûn.
KOMEKÊ DOSYAYEK PÊŞKÊKÎ CPT KIR
Piştî meşê ji enternasyonalîstên Portekîzî, Îspanyolî û Swîsreyî koma 5 kesan dosyayek pêşkêşî CPT kir.
Li herêma ku çalakiya Nobeta Azadiya Ocalan lê ye, mîtîng didome.