Çalakgerên meşa dirêj, Çîçekê HPG’yî bi bîr anîn

Gerîllayê HPG’ê Firat Çîçek (Baran Kaya) di roja duyemîn a Meşa Dirêj de, li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Darmstadtê hate bibîranîn.

Gerîllayê HPG’ê Firat Çîçek (Baran Kaya) yê ku di 4’ê Çileya 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, ji aliyê çalakgerên Meşa Dirêj li Darmstadtê hate bibîranîn.

Di çalakiya bibîranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan li eywana bibîranînê hatin daliqandin.

Di çalakiya bibîranînê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Darmstadtê û Tevgera Jinên Ciwan axaftin hate kirin.

‘JI BO JIYANEKE AZAD Û BI RÛMET ŞEHÎD BÛ’

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Amargî Şengal got ku “Şehîd Çîçek ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şehîd bû. Bi van hestan ji Ewropayê çû Kurdistanê şer bike. Divê hemû ciwan vê berxwedanê baş nas bikin.”

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan jî hate diyarkirin ku Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kiriye, gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê wê tu carî têk neçin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîd Firat Çîçek hate temaşekirin.