Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stockholmê: Têkoşîna me wê bidome

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kurdistanî û dostên wan a li paytexta Swêd Stockholmê bidawî bû.

Kurdistanî û dostên wan ji roja Dûşemê ve li paytexta Swêd Stockolmê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakî vê êvarê bidawî bû.

Çalakgeran diyar kirin ku ji bo şkandina tecrîdê wê têkoşîna xwe li Norweç û Danîmarkayê bidomînin.

Ji ber destpêkirina betlaneya Paskalyayê çalakgerên greva birçîbûnê çûn Dêra Sant Calara ya li navenda bajarê Stockholmê û piştre beşdarî meşa Paskalyayê bûn.

Piştî meşê çalakgerên greva birçîbûnê bi Komîteya Rojava re pankart û alayên PKK’ê li ser pira navenda bajêr daliqandin.

Çalakgeran ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li Stockholmê bidawî dikin lê wê têkoşîna xwe li Norweç û Danîmarkayê bidomînin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Norweçê Ayser Yuce ragihand ku di 5 rojên çalakiya greva birçîbûnê de raya giştî ya Swêdê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê agahdar kirine.

Serokê Navenda Civaka Demokartîk a Kurd ya Danîmarkayê Yaşar Kaya jî got çalakiya greva birçîbûnê ya li Stockholmê bi bandor bû. Kaya diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şkandin wê çalakiyên xwe li Danîmarkayê bidomînin.

Kaya ragihand ku bi şkandina tecrîdê re wê derbeyek li faşîzma li Rojhilata Navîn were xistin û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku piştgiriya têkoşînê bikin.

Çalakgerê greva birçîbûnê Sadik Çîftçî jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelê Kurd tê pêkanîn û heta tecrîd neyê şkandin bi biryardarî wê têbikoşin.