7 ciwanên li pêşiya CPT’ê çalakî kirin hatin girtin

Ji ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî 3 rojan li Strasboûrgê li pêşiya avahiya CPT’ê çalakiya protestoyê kiribûn, 7 hatin girtin.

Di xwepêşandana protestoyî ya li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê  (CPT) a roja Yekşemê ji ciwanên Kurd û Ewropî 41 kes hatibûn destgîrkirin. Di encama lêpirsîna ku heta niha dom kir de 7 ciwanên Kurd bi sûcên ‘Zirar dayîna malên cemaweriyê’ û ‘Li hemberî mehmûrên erkdar li ber xwe dan’ heta 4’ê Nîsanê biryara girtinê hate dayîn.

Berdevka Karê Derve yê Meclîsa Gel  Strasobûrgê Helene Dersim a li ser mijarê axivî, ji 17 ciwanên hê destgîrkirîne, 7 ciwan hatine girtin, 10 kesên din jî hatine berdan.

Di xwepêşandana li pêşiya CPT’ê de 41 ciwan hatibûn destgîrkirin.