Ciwanên Kurd li CPT’ê çalakî li dar xistin

Ji ber ku CPT li hemberî tecrîdê bêdeng e, ciwanên Kurd li avahiya wê çalakî li dar xistin.

Gelek ciwanên Kurd li pêşiya CPT’ê kom bûn û ji ber bêdengiya wê ya li hemberî grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, saziya CPT’ê bi zimanekî tund protesto kirin.

Nêzî 40 ciwanên Kurd li pêşiya CPT’ê kom bûn û bariyerên parastinê yên avahiyê derbas kirin û ketin hundirê avahiyê. Çalakgeran sloganên ‘CPT biçe Îmraliyê’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û helwesta CPT’ê bi zimanekî tund şermezar kirin.

Polîsê Fransayê jî bi awayekî tund mudaxeleyî çalakiyê kirin. Polîsan hemû çalakger destgîr kirin.