5 parlementoyan li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan

Komîteyên Karê Derve yên Elmanya, Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê û ya DYE’yê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hiqûqa navneteweyî binpê kirine.

Serokên Komîteyên Karê Derve yên Elmanya, Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê û ya DYE’yê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:

“Em serokên komîsyonên karên derve yên Elmanya, Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê û ya DYE’yê êrîşên dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşkariyeke leşkerî ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Li gorî me şaş e ku Kurdên li Sûriyeyê bi tenê werin hiştin. Hevkarê me QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya û hevkariyeke mezin li vê têkoşînê kir. Vê aloziya ku ji ber êrîşa dewleta Tirk pêk hatiye dibe ku bibe sedema terora Îslamî dîsa zindî bibe. Ji ber vê jî em bang li DYE dikin ku bila peywira xwe bi cih bîne.

Em bang li Yekîtiya Ewropayê jî dikin ku bila berpirsyariyên xwe pêk bîne. Tekane rê heye, divê em helwesteke xurt nîşan bidin. Ev şer bandoreke neyînî li ser gelên welatê me dike.”