4 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Kenan Ayaz hat birîn
Danişîna biryarê ya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Eyaleta Hamburgê hat dîtin. Dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li Ayaz birî. Kurdistaniyan biryar li ber dadgehê şermezar kirin.
Danişîna biryarê ya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Eyaleta Hamburgê hat dîtin. Dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li Ayaz birî. Kurdistaniyan biryar li ber dadgehê şermezar kirin.
Danişîna biryarê yê siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hatibû girtin û radestî Elmanyayê hatibû kirin, îro li Dadgeha Eyaleta Hamburgê hat dîtin. Dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li Ayaz birî.
Beriya danişînê li ber dadgehê çalakiya piştevaniya bi Kenan Ayaz re hat lidarxistin.
Di mîtînga ku ji aliyê Komîteya Piştevaniya Kenan Ayaz a Hamburgê ve hat organîzekirin, bi dehan kes beşdar bûn. Nivîskar û parêzvana mafên jinan Anja Flach diyar kir ku Kenan Ayaz di parastina xwe de dersa mirovahiyê da dadgehê û got, “Tenê ne ji bo Ayaz, ji bo hemû girtiyên siyasî hevgirtina xwe nîşan bidin. Biryar çi dibe bila bibe em ê ji bo azadiya Kenan Ayaz û girtiyên siyasî her tim çalakiyan li dar bixin.”
Di danişîna biryarê ya ku piştî nîvro saet 14.15’an hat dîtin de, şandeya dadgehê îdia kir ku Kenan Ayaz di navbera salên 2018-2019’an de di nava PKK’ê de berpirsyariya bilind girtiye, di vê çarçoveyê de çalakî pêk aniye û diyar kir ku ji ber vê yekê 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
AYAZ: PIŞTGIRIYA WE JI BO ERDOGAN MIRINÊ TÎNE BAJARÊN WE
Kenan Ayaz ku biryara şandeya dadgehê bi aramiyeke mezin û nîşaneya serketinê pêşwazî kir û wiha got:
”Biryar çi dibe bila bibe ez neferekî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe me. Dema ku jinên herî bedew ên,cîhanê li Rojava zilamên herî xerab ên cîhanê têk dibir, dadgeha we ji bo kêfa zilamê herî xerab dîktator Erdogan bîne min darizand û hewl dida ceza li min bibire. Hûn çi ceza bidin jî wê tu carî min ji têkoşîna azadiyê dûr nexe. Hûn ji bo dilê dewleta Tirk û Erdogan xweş bikin min û hevalên min didarizînin. Bi dayîna piştgiriya Erdogan hûn jî piştgiriyê didin terorîstên DAÎŞ’ê. Ev piştgirî ji gelê we yê li Solingen û Mannheimê re weke mirinê vedigere. Ez kesên ku di van êrîşên hovane de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim, ji birîndaran re şîfayê dixwazim û ji malbatên wan re jî sersaxiyê dixwazim. Dadgehên we yên ku terora DAÎŞ û Erdogan paşguh dikin, hewl didin daxwazên em bi rêyên demokratîk tînin ziman bidarizînin. Bi vê darizandinê re hûn bi hiqûqa xwe re dikevin nava dubendiyê.”
Kenan Ayaz diyar kir ku ew silav û hezkirinên xwe ji gelê Kurdistanê yê ku ew bi tenê nehiştin, di şexsê Anja Flach de ji hevalên xwe yên Elman re û ji gelê Qibrisê yên ji bo wî têkoşiyan re dişîne.
Piştî ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, koma ji 40 kesî pêk dihat li eywana danişînê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin û bertek nîşanî biryarê dan.
PARÊZER KUHL: EM Ê ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BIKIN
Parêzerê Kenan Ayaz Stefan Kuhl ku piştî dadgehê em pê re axivîn, diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û skandal e. Parêzer Kuhl anî ziman ku ew ê di nava hefteyekê de îtîrazî biryarê bikin.
Kuhl destnîşan kir ku Kenan Ayaz di pêvajoya dadgehê de fikrên xwe bi biryardariyeke mezin aniye ziman û got ku Kenan Ayaz kesekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe ye.
Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û bi skandalan tijî ye û wiha axivî: “Dadgehê bi vê biryarê careke din rejîma Erdogan kêfxweş kir.”
'JI DADGEHÊN TIRKIYEYÊ NE CUDATIR IN’
Siyasetmedar Selma Irmak anî ziman ku tu aliyê hiqûqî yê vê biryarê tuneye û diyar kir ku ceza li ser fikrên Kenan Ayaz hatiye birîn. Selma Irmak destnîşan kir ku Kenan Ayaz tu carî tevlî şîdetê nebûye û fikrên xwe bi siyasetê aniye ziman û wiha pêde çû: “Bi vê cezayê re ji Kurdan re dibêjin ‘hûn ê siyasetê nekin, em mafê we yê siyasetê asteng dikin’ Ev biryar tê vê wateyê.”
Siyasetmedar Nîhat Akdogan jî diyar kir ku dadgehên Elman dadgehên Tirkiyeyê ji xwe re mînak digirin û got, “Ez tu cudahiyê di navbera dozgerên Elman û Tirkan de nabînim. Ew jî wekî dozgerên Tirk ên di bin navê 'Doza KCK'ê' de siyasetmedrên Kurd darizandin, didarizînin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe ger hûn Kurd bin û têkoşîna azadiyê diparêzin, berdêla wê didin.”