4’ê Nîsanê li Bernê hat pîrozkirin

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê bi tevlîbûna endamên Komeleya Çandê ya Kurd û Kurdistaniyan, roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr Hevserok Bûrhan Karakoç axivî û wiha got: “Em gelê Kurd li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir. Em roja rojbûna rêberê hemû gelên bindest Rêber Apo pîroz dikin. Roja rojbûna me hemûyan pîroz be.”

Merasîm bi gerandina govendê dewam kir.