37 meh in li ber NY’ê ne: Heta ku tecrîd bê şikandin em li qadan in
Di çalakiya meha 37’an a li pêşiya NY’ê ya li Cenevreyê de bang li rêveberiya PDK’ê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.
Di çalakiya meha 37’an a li pêşiya NY’ê ya li Cenevreyê de bang li rêveberiya PDK’ê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha 37’an de didome.
Çalakiya ku di çarçoveya Pêngava "Dem dema azadiyê ye" de tê lidarxistin, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê li Meydana Neteweyan a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, dewam dike.
Di çalakiya vê hefteyê de greva birçîbûnê ya girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, silav kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel axaftinek kir.
Yuksel diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 24 meh in dewam dike û da zanîn ku heta pêngav bi ser bikevin dê li qadan bin.
Yuksel bal kişand ser nûçeyên di çapemeniyê de ku dibêjin hêzên PDK'ê li herêma Amediyê bi kemînan êrîşî gerîlayan kirine û bang li rêveberiya PDK'ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.
Piştî axaftina Îbrahîm Yuksel çalakiya rûniştinê berdewam kir.