27'ê Mijdarê li 3 bajarên Swêdê hate pîrozkirin

Kurdên li Swêdê tevî dostên xwe salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li bajarên Stockholm, Goteborg û Borlangê hatin lidarxistin.

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê, li bajarê Goteborg ê li başûrê Swêdê û bajarê Borlangê yê li bakurê vî welatî hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Skandînavyayê (NCDK-Skandînavya) hate lidarxistin.

Li Stockholmê piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê NCDK-Skandînavyayê Hemîd Amed axivî. Hemîd Amed salvegera damezrandina PKK'ê destpêkê li malbatên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên di çeperan de ne û li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Hemîd Amed got, "Dîroka PKK'ê, dîrokeke ku tevahiya tevayî şoreş û serhildanên Kurdan digre nava xwe. Rêber APO li paytexta dijmin, ji gelê Kurd re rêyek ji bo azadiyê vekir ku îro bi milyonan kes li pey dimeşin. Gelê me îro li her devera Kurdistanê li ser piyan e, li Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur û heta bi Ewropayê di bin felsefe û baweriya vê partiyê de îro li ber xwe dide û ji gelên li herêmê û cîhanê re bûye mînak û sembola berxwedanê."

Di pîrozbahiyê de Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riyazat jî axivî û got, "Bi navê xwe û partiya xwe salvegera cejna vejînê pîroz dikim. Ew Ewropiyên ku bi pereyên xwe terorîstan xwedî dikin û li kesayeteke sextekar û dijminê Kurdan û gelê herêmê digerin, yên ku ji yên mîna Erdogan re dengê xwe nakin, bila şerm bikin. Berxwedana gelê kurd êdî ispat kiriye ku doza Kurdan ya ji bo mafên xwe yên rewa û aştiya li Rojhilata Navîn ji cîhanê re misoger bûye. Ez weke kesekî Fars heya dawiyê jî li rex gelê Kurd cihê xwe digrim."

Li her sê bajarên ku şahî lê hatin lidarxistin, salon bi alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên lehengên Kurdistanê hatin xemilandin.

Di şahiyan de li gel berxwedana gerîla serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê jî hatin silavkirin û ji bo xurtkirina Şoreşa Rojava bang hate kirin. Di şahiyan de li ser dîroka PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan.

Pîrozbahî bi dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Jin, Jiyan, Azadî", bi berhemên gelek hunermendan û gerandina govendê bi dawî bûn.