1'ê Gulanê li Ewropayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li gelek bajarên Ewropayê 1'ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bûn, bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, li gelek bajarên Ewropayê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Rotterdamê yê Hollandayê, çepgir, sosyalîst û şoreşgerên Hollandayî, Tirkiyeyî û Kurdistanî meşa 1'ê Gulanê pêk anîn. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiyê bûn işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê kirin.

STUTTGART: Kurdistaniyên ku di roja 1'ê Gulanê de li Marienplatzê li hev civiyan, tevî bi hezaran endamên partî û sendîkayên Elman meşiyan. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) piştî meşê li Kulturhaus Arenayê çalakiya 1'ê Gulanê li dar xist. Hevserokê NCDK a Stuttgartê Haci Osman li qadê axivî û got, "Roj roja yekîtiyê ye." Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî got, eger Kurdên li Ewropayê bi xurtî rola xwe pêk bînin wê berxwedan bi ser bikeve, tecrîd bi dawî bibe û rûmeta mirovahiyê bê rizgarkirin. Piştî axaftinan Hasan Saglam, Seyda Perînçek, Hozan Sîmar, Zeynep Enhas û Koma Govenda Jiyanê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

ULM: Li bajarê Ulmê yê Elmanyayê, çalakiyên 1'ê Gulanê ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) ve hatin lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn.

KASSEL: Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, di meşa 1'ê Gulanê ya kevneşop de, alên YPG'ê hatin hildan û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

GOTTINGEN: Li bajarekî din ê Elmanyayê Gottingenê, pîrozbahiya 1'ê Gulanê ji aliyê DGB'ê ve hate organîzekirin. Kurdistanî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

SAARBRUCKEN: Pîrozbahiya li Saarbruckenê ji aliyê sendîkayên Elman ve hate organîzekirin. Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, bi pankartên xwe bal kişandin ser berxwedêrên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan protesto kirin.

BRAUNSCHWEIG: Li bajarê Braunschweigê jî meş û festîvala 1'ê Gulanê ji aliyê sendîkaya DGB û Kurdistaniyan ve hatin lidarxistin. Sendîkayên Elman, Partiya Çep, HDK-Ewropa, DÎDF û Antîfayê piştgirî dan çalakiyan.

ANVERS: 1'ê Gulanê li bajarê Anvers ê Belçîkayê bi coş hate pîrozkirin. Meşê ji Leopold de Waelplaatsê destpê kir û gelek partî, sendîka û sazî tevlî bûn. Kurdistaniyan jî pankartên xwe di meşê de hildan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê komele û federasyonên koçberên Tirkiyeyî ji bo 1'ê Gulanê li ber avahiya Operê ya li pêşiya şaredariya navendî li hev civiyan. Meşa ku ji ber şaredariya Josefstadtê dest pê kir, heta meydana Sigmung Freudê dewam kir.

KOPENHAGEN: Yek ji deverên ku 1'ê Gulanê bi rengekî bi heybet lê hate pîrozkirin Danîmarka bû. Li paytext Kopenhagenê Kurdistanî tevlî pîrozbahiya li Faelledparkenê bûn, konê agahdarkirinê vedan û bal kişandin ser rewşa li Kurdistanê, tecrîdê û çalakiyên grevên birçîbûnê.

TOULOUSE: 1'ê Gulanê li bajarê Toulouse yê Başûrê Fransayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Nêzî 5 hezar kes tevlî çalakiyê bûn.