1’ê Gulanê li bajarên Swîsreyê bi berxwedanê hate pêşwazîkirin

Bi deh hezaran kesên ku li dehan navendên Swîsreyê daketin qadan û li dijî kedxwariya jinan gotin, "Keda jinê bi nirxe" 1'ê Gulanê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêşwazî kirin.

1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniya Kedkaran a Cîhanê, li Zurîh, Cenevre, Lozan, Basel, Bern, Lûzern, St Galleln, Wînterthûr, Solothûrn jî di nav de li dehan navendên Swîsreyê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

ZURÎH

Çalakiyên ku ji aliyê Komîteya 1’ê Gulanê ya Zurîhê ve di 29’ê Nîsanê de hat destpêkirin, îro bi tevlêbûna hezaran kesan bi meşeke dewam kir. Di çalakiyên ku di 29’ê Nîsanê de li qada Alte Kaserne dest pê kir, ji aliyê gelek sazî, rêxistin, partiyên siyasî, saziyên sivîl û sendîkayên ji Swîsre, Kolombiya, Kuba, Afganîstan, Îran, Filistîn, Tirkiye û Kurdistanê stand hat danîn.

Di pîrozbahiyên ku sê rojan dewam kir de mijarên li ser krîza avhewa, talana xwezayê, azadiya jinê, wekheviya zayendî, krîza aborî, nijadperestî û koçberiyê hatin pêşkêşkirin.

Bi hezaran kes tev li meşa îro ku di çarçoveya çalakiyên 1’ê Gulanê de hat lidarxistin bûn. Hezaran kesên ku li Helvetîaplatzê hatin ba hev, bi pankarta sereke ya bi nivîsa “Jin jiyan azadî” dest bi meşê kirin. Saziyên di korteja meşê de di tevahiya meşê de daxuyaniyên li dijî êrîşên pergala kapîtalîst ên li ser jin, kedkar, karker, gelên bindest, xweza û jiyanê xwendin. Piştî ku komên anarşîst û otonom boyaxê avêtin ser camên navendên banka û navendên karsaziya kapîtalîst, gelek kes hatin destgîrkirin.

Girseya gel piştî saeteke gihişt qada Bellevûe û li vir mîtîng li dar xistin. Di axaftinên Komîteya 1’ê Gulanê de wiha hat gotin: “Em têkoşîna edaleta zayendî ya civakî bi têkoşîna çînan re bikin yek.” Her wiha banga tevlêbûna xurt ji bo Greva Jinan ku 14’ê Hezîranê li Swîsreyê bê lidarxistin, hat kirin.

Meş, piştî axaftinan bi dawî bû. Girseya gel piştî meşê vegeriyan qada 1’ê Gulanê û çalakiyên xwe domandin. Di çalakiyê de konsera ku ji aliyê Daf Connectîon ve hat organîzekirin, bi eleqeyeke mezin hate temameşekirin. Her wiha jji aliyê Medîco Internatîonal ve bi mijara “Rojava: Şoreş, Rizgariya Jinê û Tenduristî” panel hat dayîn. Çalakiyên 1’ê Gulanê heta saetên dereng bi rêze konseran dewam kir û piştre bi dawî bû. 

WÎNTHERTHÛR

Meşa ji bo 1’ê Gulanê li Wînterthûrê, ji aliyê ÛNÎA’yê ve ku sendîkaya herî mezin a Swîsre ye, hat organîzekirin. Aûfbaû, Antîfa, CDK-S Wînterthûr, Partiya Grunen, sosyalîst, anarşîst û komên cur bi cur tev li meşê bûn. Meş, saet di 11.00’an de dest pê bû. Gava meşê, dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî piştevaniya navneteweyî” û “Artêşa Tirk bicehime ji Kurdistanê” hatin berzkirin.

 Ciwanên Kurd û anarşîstên Swîsreyî bi hev re rabûn bablekanê. Meş, heta bi navenda Wînterthûrê, nêzîkê saet û nîv dewam kir. Axavtin hat kirin û meş qediya.

BASEL

1’ê Gulanê li Baselê meş hat kirin, polîsên kantonê komên xweser û anarşîst ji xwe re kirin armanc.

Serê sibehê partiyên siyasî, sendîka û saziyên penaberan ku li Dîe Welt Parkê hatin ba hev, li vir dest bi meşê kir. Dema derbasbûyîna kortejê di ber Dêra Elîsabethenê re, polîsan ji nişkan ve û bêyî sedem êrîş kir. Polîsan koma Antî-faşîst ji kortejê cuda kir û got ku komên din dikarin bimeşin. Polîsan bi pişt re bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kir.

Komîteya 1’ê Gulanê, diyar kir ku destûr ji bo çalakiyê hatiye stendin, ew êrîşa hatiye kirin qebûl nakin. Bandora gazê ku polîsan berda, li gelek kesan bû û birîndar bûn. Gelek kes jî piştî nihêrtina li nasnameyên wan hatine berdan. Girse ku gihîşt qada Kasernenê, êrîşê nehevseng û bêwate ya polîsan protesto kir.

CENEVRE

Bi hezaran kesên ji gelek rêxistin, sendîka, pêkhate û partiyên siyasî ku ji gelek derên din ên cîhanê ku li Place de Gare a li Cenevreyê li hev civiyan, 1’ê Gulanê pîroz kir.

Kurd jî tev li pîrozbahiyê bûn. Li ber muzîkê govend hat girtin. Pankart hatin vekirin, al hatin hildan û dest bi meşê hat kirin. Gava meşê daxuyanî li ser 1’ê Gulanê hatin xwendin. Meş li Park du Bastîonê qediya, li wir çalakiyên cur bi cur hatin sazkirin.

ST GALLEN

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li St. Gallenê ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî lê bû, xweş derbas bû. 

Girse, li qada Grabenhalle li hev civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Piştî meşê girse gihîşt qada 1’ê Gulanê û mîtîngek li wir li dar xist. Axavtin li ser navê saziyan hatin kirin, standa agahdarkirinê hat danîn û konser hat dayîn.

BELLÎNZONA

LOZAN