YPG'ê li Efrînê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê li navçeya Şêwara ya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di çalakiya sabotajê de 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Cotmehê li ser rêya gundên Xezewiyê û Beyê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê, li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên Feyleq el-Şam çalakiyeke sabotajê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û wesayit bi temamî rûxiya."