Yekîtiya Ewropayê êşkenceya li penaberên li Libyayê qebûl kir

Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku li Lîbyayê hem hikumet hem jî hêzên milîs di ser penaberan re feydeyê werdigirin. Tê payin ku ji îro û pê ve veguhastina ber bi Rûandayê ve dest pê bike.

Welatên Yekîtiya Ewropayê li Konseya Wezîran a ji bo Koç û Penaberan belgeyek di Sêşemê de nîqaş kirin. Di belgeyê de rewşa penaberên ku ji bo xwe bigihînin Ewropayê derbasî Lîbyayê bûne hate nirxandin. Li gorî belgeya ji 12 rûpelan pêk tê, hem Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li qada navneteweyî tê naskirin hem jî milîsên li herêmê herî kêm 5 hezar penaber girtine.

Di belgeyê de hate ragihandin ku penaberên hatine girtin ji bo berjewendiyan hatine bikaranîn û hate destnîşankirin ku leşkerên ser bi hêzên hikumetê jî di nava vî karî de hene. Li gorî vê yekê li penaberên Efrîkayî yên êşkence li wan hate kirin her wiha şantaj tê kirin û ji bo êşkence li wan neyê kirin pereyan ji malbatên dixwazin.

BI ŞANTAJÊ PEREYAN DIXWAZIN

Di belgeyê de hate ragihandin ku wezîfedarên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) karîbûne tenê xwe bigihînin girtîgehên penaberan ên hikumeta li Trablûsê û hate gotin, penaber di nava şert û mercên gelekî xerab û giran de hatine mehkûmkirin. Di raporê de hate ragihandin ku penaberên di destê hêzên milîs de jî li girtîgehên 'ne fermî' tên hiştin.

Tê gotin ku komên çete yên 'milîs' ji wan re tê gotin, penaberan li girtîgehên veşartî bi kar tînin û neçar dihêlin ku pereyan ji malbatên xwe bixwazin.

Her wiha hate destnîşankirin ku kiryarên li dijî mirovahiyê yên weke destavêtin û biçekkirin di bin kontrola rayedar û yekîneyên hikumeta Trablûsê de tên kirin.

Di belgeyê de tê gotin, hikumeta Trablûsê ji bo hatineyan werbigire penaberan bi kar tîne û sozên ku di berdêla alîkariya malî de ragihandiye pêk nîne.

WÊ WAN BIBIN RÛANDAYÊ

Penaberên li Lîbyayê kiryarên li dijî mirovahiyê li wan tê kirin wê qonax bi qonax ji bo Rûandayê bên veguhastin. Hate ragihandin ku li Rûandayê navendên pêşwazîkirinê yên ji 30 hezar kesî hatine amadekirin.

Destpêkê wê 500 penaberên li Lîbyayê îro ber bi Rûandayê ve bên veguhastin. Serlêdanên penaberan wê destpêkê li Rûandayê bên wergirtin û piştre di ser UNHCR re ber bi Ewropayê yan jî welatekî sêyemîn ve bên veguhastin.