Xwegirî (selfîe) ji êrîşên semasî 5 caran bêhtir dikuje

Li gorî lêkolînekê xwegirî ji êrîşên semasî 5 caran zêdetir dibe sedema mirinan.

Li gorî lêkolîneke Hîndî ku di rojnameya Journal of Family Medecine and Primary Care de weşiyayî di navbeya Cotmeha 2011'an û Mijdara 2017'an de bi kêmanî 259 kes dema xwe wêneyê xwe digirtin mirin.

Li gorî lêkolînê her çendî jin ji mêran zêdetir xwe digirin jî, 3 ji 4'an a dramên ji ber wêneyên xwe digirin yên mêran in. Ev jî bi rengê xeniqandin, qezaya trafîkê, ketin, şewitîn û mirina bi çekan pêk te.

Li Hindîstanê ku 800 milyon telefonên destan hene, 159 kes ji ber dema wêneyê xwe digirtin mirin, di pey Hindîstanê re ji ber xwegiriyê welatên ku herî pir kes lê dimirin Rûsya, DYE û Pakîstan e.

Li Rûsyayê xwegirî bû sedema mirina 16 kesan û li DYE'yê jî bû sedema mirina 14 kesan.

Her wiha li Brezîlya, Wîetnam, Elmanya û gelek welatan ji ber xwegirtiyê li ser rêya qeza çêbûn.