Sûlava bêhempa ya li Başûr: Ahmedava

Sûlava Ahmedava ku di navbera Silêmaniye û Helebçeyê de ye, malovaniyê ji deh hezaran kesî re dike.

Sûlava Ahmedava li bajarokê Ahmedava yê navbera Silemaniyeyê û Helebçeyê ye. Ava Sûlavê ji binê tehtekî mezin derdikeve. 

Bi germa havînê re bi hezaran kes ji Başûr û gelek bajarên Iraqê tên bajarokê Ahmedava û li ber Sûlavê behnê vedidin. Bi deh hezaran kesî jî sê rojên betlaneya cejnê bi vî rengî derbas kirine.

Bi hezaran kes ji bajarên Bexda, Musenna, Necef, Basra yên Iraqê bi otobusan hatin Sûlava Ahmedava.

Ji Başûrê Kurdistanê jî ji bajarên Silêmaniye, Helebçe, Ranya, Kaledizê, Çemçemalê, Kerkûk û Hewlêrê bi hezaran kes ji bo bêhnê vedin û betlaneya xwe ya cejnê lê derbas bikin hatin Sûlava Ahmedava.

Derdora Sûlavê û gelek deverên bajarokê Ahmedava ji bo pîknîkê hatin amadekirin.