Smartphone rê li ber depresyonê vedike

Smartphone (telefona jîr) ku salên dawî cihekî berfireh di nava jiyana mirovan de girtiye û gelek kar pê tê kirin, rê li ber nexweşiyên cidî vedike.

Smartphone ya jî bi Kurdî 'telefona jîr', piştî ku derkete holê û derfet da mirovan ku gelek karên xwe pê bike, ji bo mirovan bû tiştekî ku nebe nabe. Tevî ku gelek derfetan dide mirovan, bi taybetî li nava ciwanan dikare bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê.

HER PEYAMEK MEJIYÊ MIROVAN HÎN BÊHTIR DIWESTÎNE

Li gorî lêkolîneke li DYA'yê, her peyameke li smartphonê dike ku mejiyê bikarhêner hînekî din bibetile. Mesela, keseke/î dixebite, di her peyama tê şandin de hinekî din aciz dibe.

Her wiha, ji ber ku em neçar in peyamê bixwînin û bersivê bidin, ev yek jî mejiyê mirovan dibetilîne. Psîkolog Davîd Meyer ji rojnameya Le Soîr re axivî û diyar kir, peyamên smartphonan 40 ji sedî yê hilberîneriya karkerekî kêm dike.

MEJÎ DIXE NAVA TIRS Û STRESÊ

Ji xwe dema mirovek ji karekî derbasî karekî din dibe, hormona stresê peyda dibe û hormona kêfxweşiyê 'dopamîn' belav dike. Bi gotineke din, stresa ji ber peyamên li smartphone tê dibe sedem ku dopamîn bêhtir belav bibe. Ev jî mirovan bi telefonê girê dide û dike ku mirov tiştên 'bê wate' bikin.

Peyamên ji smartphone tên şandin, dike ku mejiyê mirovan timî dinava stres û tirsê de bin. Ev yek jî zerarê li fonksiyonên girîng ên mejî dike.

BI TAYBETÎ CIWAN DIKEVIN DEPRESYONÊ

Yek ji metirsiyên ku smartphone rê li ber wan vedike, depresyon e.

Bi taybetî, kesên ku medya civakî gelekî dişopînin dikevin depresyonê. Ciwanên ku bi rêk û pêk peyamên tên hesabê wan dişopînin û dikevin nava bendewariyan, kêfxweş nabin.

Ev yek herî zêde bandorê li ciwanan dike. Dema ku tişta dixwaze nikare peyda bike, aciz dibe. Ev jî mirovan dixe nava depresyonê.