Read Silêman bi firotina balindeyan debara xwe dike

Welatiyê Êzidî Read Silêman ji bo debara xwe li Şengalê dikana balindeyan vekiriye û bi xwedîkirin û firotina balîndeyan dijî.

Li bajarê Şengalê tevî hemû zorî û zehmetiyan jiyana gelê Şengalê hêdî hêdî aram dibe. Çûkbaz Read Silêman yek ji wan kesan e ku zorî û zehmetî dîtiye. Read Silêman bi xwedîkirin û firotina balindeyan debara malbata xwe dike.

Çûkbaz Read Silêman ji ANF’ê re axivî û got; “Beriya fermanê mala me li gundê Tilqeseb yê Şengalê bû. Beriya fermanê jî min û mamê xwe her balînde dikirî û difirot, her tim me ev kar dikir. Xwedîkirina balindeyan hesteke xweş e. Em gelek cûreyên balindeyan xwedî dikin, mina bilbil, kevok û hwd. Em balindeyan ji Şengalê dikirin, em ji Başûrê Kurdistan nakirin ji ber li wir pir bûha ne.”

Silêman têkildarî xwarina balindeyan jî wiha got; “Xwarinên wan jî hemûyan ne wek hev e, her curekî balinde xwarinek e , ger kesek xwarinên balindan ji Kurdistan bi nîvpare bînin, li Şengal pir bi bûha difiroşin. Ji ber wê ji min di xwest bînim, da ku karibim balindeyên xwe xwedî bikin. Kirîn û firotina wan di werza Havînê de pir baş e û Zivistanê jî pir kêm e.”

Çûkbaz Read Silêman herî dawî wiha got; “Ez bang li gelê Êzidî yê di kampan de dijin dikim ku vegerin ser xaka xwe. Ger gelê me vegere wê Şengal ava bibe û xweşiktir bibe. Ev 5 sal in em di koçberiyê de dijîn. Ji aliyê hikûmeta herêmê ve tu xizmetek ji bo me nayê kirin. Ji ber wê gelê me gelek astengiyan dijîn. Daxwaza me ji gelê me ew e ku vegerin ser xaka xwe.”