PHKÊ têkildarî mafê telîfê yê berhemên xwe de daxuyaniyek da

Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî li ser mafê weşandina berhemên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Kîjan sazî û qenalên televîzyonê bêyî destûra me klîbên me biweşînin, em ê prosedura hiqûqî li dij wan bidin destpêkirin."

Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî (PHKÊ) li ser weşandina bêdestûr a berhem û klîbên hunermendên wan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew weke PHKÊ temsîla çanda neteweya Kurd û nirxên civaka Êzidî dikin û wiha hate gotin: "Bêyî agahiya me kîjan sazî û qenalên televîzyonê klîb û berhemên hunermendên me bêyî destûra me biweşînin, em ê li dij wan prosedura hiqûqî bidin meşandin."