NÇÊ: Cejna avabûna cîhanê pîroz be

Navenda Çanda Êzîdxanê got, "Em cejna Çarşema Sor, rojava avakirina cîhanê lihemû Êzidiyan, mirovahiya pêşketî û gelê Kurdistanê pîroz dikin.

Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand û cejn li civaka Êzidî, gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşketî pîroz kir.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku cejna Îmanê Çarşema Sor roja pîrozkirina afirandina cîhanê ye û hate gotin, "Li gorî baweriya Êziditiyê afirandina pêşîn di meha Nîsanê de çêbû û mirov 'Heqwar' li ser axa ku civaka me yê Êzidî li ser wê dijî afirîn û li cîhanê belav bûn."

NÇÊ diyar kir ku Êzidî vê rojê weke cejna Çarşema Sor pîroz dikin û got, "Êzidî piştî demeke dirêj bi bîr û îradeya xwe ya azad li ser axa xwe dîsa ji nû ve hebûna xwe ava dikin.

Pergaleke ku hêviyê dide hemû Êzidiyan û dahatûyeke azad misoger dike li Şengalê ava dikin. Careke din axa Êzidiyan dibe Heqwar. Ev giyan coş û morala gelê Kurd bilindtir dike. Civaka Êzidî careke din bi nasnameya xwe ya bawerî û civakî bîreke watedar û kûr ava dike. Bi vî awayî piştî demeke dirêj Çarşema Sor û meha Nîsanê ji nû ve wateya xwe ava dike.

Dîrok li lûtkeyên Şengalê tê jiyîn. Kurdbûn bi Êzidiyan re dîsa wateya xwe ya dîrokî bi dest dixe. Çarşema Sor a sala 2018'an bi vê wate û hestan tê pîroz kirin. 

Em jî bi vê bîr û baweriyê cejna civaka  Êzidî pîroz dikin."