Meclîsa Şengalê 'Rojiyên Êzî' pîroz kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê 'Cejna Rojiyên Êzî' pîroz kir.

Li gorî baweriya Êzidiyatiyê, hefteyên destpêkê û duyemîn ên meha Kanûnê ku rojên herî kin ên salê ne, 3 rojan rojî tê girtin. Êzidî, rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê ku rojiyê digirin, xwînê narijînin, gotinên ne xweş nabêjin, karekî nakin û tenê dua dikin.

'EM TIFAQA XWE XURT BIKIN'

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi wesîleya 'Rojiyên Êzî' daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Rojiyên Êzî yên Feqîra pîroz û bimbarek dikin. Em bi hêvî ne ku ev rojî bibe rojên xweş û geş di nava civaka me ya Êzidî de. Bi sedan salane, ji her alî ve bi serê civaka me ya Êzidî ve polîtîkayên qirêj hatine meşandin. Heta rojiyên civaka me jî kirine 2 beş. Feqîr wekî beşekê rojî digirin, beşek jî bi civata Rûhanî re digire. Hefteyek dikeve nava herdu beşan, ji ber wê jî em bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li Baba Şêx, Civata Rûhanî û civaka Êzidî dikin ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin. Heta ku civaka me xwe bi yekitî û tifaq neke, em ê her tim wisa parçe bin."