Lotûs: Em ê faşîzma Erdogan jî têk bibin

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê faşîzma 12'ê Îlonê avêt ser sergoyê dîrokê. AKP-MHP jî di dema xwe ya dawî de ye."

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs salvegera 37'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nirxand.

'ÊRÎŞÎ PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ DIKIN'

Nirxandina Lotûs wiha ye:

"Di serî de di şexsê hevalên Helmet, Devran û Şahîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Hevalê Helmet bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe careke din nîşan da ku berxwedan bi ser dikeve. Bi jiyana xwe bû mînak. Di şexsê wan de şehîdên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Ferhat Kûrtay bi bîr tînim.

Şehîdên 14'ê Tîrmehê diyar kirin ku bi berxwedanê mirov dikarin bi ser bikevin. Mirov dikarin faşîzmê têk bibin. Ew bûn ala destpêkê. Ala ku wan bilind kir bi berxwedana gihîşt asteke jor, gihîşt astekê ku têkoşînê bi ser dixîne. Hevalê Helmet, şehîdê me yê herî dawî yê di asta pêşengiyê de ev têkoşîn dimeşand, pêşengê vê berxwedanê bû. Faşîzm, dagirkeriya Tirk xwest careke din di şexsê hevalê Helmet de têkoşînê têk bibe, berxwedana ku gihîşte serketinê bi qirkirinekê karibe têk bibe. Ev şehîdê me yê herî dawî, şehîdekî bi nirx, bi ked û têkoşîna xwe berxwedan gihand astenkê.

'XIYANET Û TESLÎMIYET HATE ŞEWITANDIN'

Hevalên Kemal Pîr wan bingeh danîn. Ruhê têkoşînê, yê berxwedanê, yê ku di bin şert û mercên herî zehmet de tasfiyeya PKK'ê dihate hêvîkirin, dagirkeriya Tirk dixwest PKK'ê di şexsê pêşengên PKK'ê de têk bibe, bi teslîmiyetê têk bibe û şoreşa Kurdistanê, şoreşa mirovahiyê, ya Rojhilata Navîn ku Tevgera Apoyî pêşengiya wê dike, dixwestin hîn destpêkê de tine bikin. Ji ber vê yekê li zindanê bi rêbazên herî hovane, bi rêbazên herî dij mirovahiyê, bi rêbazên ku di dîroka mirovahiyê de mînakên wê nîne zext, êşkencên pir giran li hevalên pêşeng hate kirin. Lê belê çirûska ku hevalê Mazlûm pê xistî 21'ê Newrozê, ku îro em zanin Newroz bi milyonan kesî tê pêşwazîkirin, ew agirê ku hevalê Mazlûm pê xist xiyanet û tasfiye şewitand.

'QANÛNA BINGEHÎN A JIYANÊ BERXWEDAN E'

Tovên ku dixwestin bi teslîmiyetê, bi xiyanetê biçînin, ew tov hemû şewitandin. Bû agirekî mezin, bû PKK, bû ruhê PKK, bû berxwedan, bû tîmsala ku di bin şertê herî giran de mirov dikare li ber xwe bide. Mirov dikare têbikoşe, li ber xwe bide, dikare azadiyê teqez bike. Ala ku hevalê Mazlûm hevalên 14'ê Tîrmehê bilind kirin, nîşan da ku berxwedan li hemberî teslîmiyetê teqez serketinê diafirîne. Bi çalakiya xwe ya mezin a rojiya mirinê ev kevneşopî dan rûniştandin. Bû qanûneke bingehîn a jiyanê. Bê berxwedan, bê têkoşîn li Kurdistanê tiştek najî, careke din jiyan ji nû ve nayê avakirin. Gihadin wê astê. Bi vî awayî felsefeyeke jiyanê hate afirandin. 

'EM Ê FAŞÎZMA ERDOGAN JÎ BIQEDÎNIN'

Rêbertî dibêje, 'Ruhê PKK'ê ruhê berxwedana li zindanan e, ruhê pêşengên zindanan e, hevalên Kemal Pîr, Ferhat, Necmî hemû bûn bingeh. Em dikarin 'Çaran' jî bi bîr bînin. Wan hevalan li dijî teslîmiyetê agir berdan bedena xwe. Teslîmiyeta bi zorê, êşkenceyê, bi zexta li derveyî mirovahiyê li wan hatibû ferzkirin bi agirê berdan bedena xwe ew teslîmiyet qebûl nekirin. Xwe ji teslîmiyetê paqij kirin. Îro careke din hikumeta AKP'ê, AKP-MHP a faşîst bi heman nêzîkatiyê ji bo PKK'ê têk bibe, ji bo tevgera ku bûye hêviya mirovahiyê têk bibe, careke din êrîşî tevgerê kir. Bi navê planên 'Têkbirinê' û 'Tinekirinê' pêvajoyek da destpêkirin. Gotin, 'bavê we nikarîbû me têk bibe, hûn ê jî nikaribin me têk bibin'. Divê baş bê zanîn; AKP zarokê 12'ê Îlonê ye. Kenan Evren, bavê wan nikarîbû vê tevgerê têk bibe, hûn ê jî nikaribin têk bibin. Şehîdên 14'ê Tîrmehê bûn tîmsala vê yekê û nîşan dan ku kes nikare vê tevgerê têk bibe. Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, şehîdên mezin çawa ku bi berxwedana xwe bavê we têk bir, hûn ê jî bi berxwedana vê tevgerê têk biçin. Hûn ê winda bikin. Teqez hûn ê winda bikin. Di heman demê de şagirtên hevalên Kemal Pîr, berxwedana di Mijdarê de dest pê kirin û di Gulanê de gihîşt lutkeyê, şehîdên wê em careke din bi bîr tînin; hevalê Zulkuf û di şexsê hevalê Zulkuf de neh hevalên şehîd ketin em wan hevalan yek bi yek bi bîr tînin. Ew heval bûn tîmsaleke nû, bûn ala 'teslîmiyet çiqasî kûr jî be, şert û merc çiqasî kûr jî be, berxwedan teqez e, mirov dikarin bi berxwedanê jiyanê biafirînin'. Bûn tîmsala vê û ji tevahiya mirovahiyê re ispat kirin. Xetek danîn pêşiya me; bê berxwedan jiyan nabe. Bê têkoşîn jiyan nabe. Berdêl çi dibe bila bibe, jiyana bê têkoşîn mirin e. Bûn mînak ji me re, divê em vê mînakê esas werbigirin. Rêbertî got, 'berxwedana li zindanê divê bi giranî ji aliyê felsefîk, îdeolojîk ve bilind bibe'. Rast e, çalakî jî zimanê xwe yê felsefîk îdeolojîk e, berxwedan bû zimanê felsefîk îdeolojîk. Bê çalakî felsefe nabe, bê felsefeyê çawa çalakî nayê kirin, bê çalakiyê jî felsefe nabe. Bû zimanê berxwedana nû. Ji ber vê yekê hikumeta AKP'ê kete taya mirinê, ji neçarî tecrîda li serokatî sist kir. Ji ber ku vê berxwedanê ruhekî nû ava kir. Tevger careke din kişand ser xeta 14'ê Tîrmehê. Tevger niha li Xakurkê, Serhedê, Amanosan, Amedê, li Botanê, li her deverê di çarçoveya vê felsefeyê de dimeşe. Wê teqez bi vê felsefeyê jî bi ser bikeve. Em careke din dikarin bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin û wê felsefeyê baş fêhm bikin, şehîdên 14'ê Tîrmehê baş fêhm bikin û li her qadê bi rengekî rast xwedî li wê xetê derkevin ku karibin berxwedaneke bilind bimeşînin û faşîzmê têk bibin. Faşîzma AKP-MHP'ê biavêjin sergoyê.

'AKP-MHP DI KÊLIYÊN DAWÎ DE YE'

Çawa ku kes neçû cenazeyê Kenan Evren, dema ku hikumeta AKP'ê jî têk çû bila ew jî bi heman rengî biçe ser sergoyê dîrokê. Em di serdemeke wiha de ne. Ji ber vê yekê dijmin bi rengekî hovane êrîş dike, dijmin tengav bûye, ketiye taya mirinê û cesaret û fedakariya di şexsê hevalên zindanan de bi berxwedana herî dawî dan nîşandan, bi vî ruh û fedakariyê em karibin faşîzmê têk bibin. Faşîzm wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê têk biçe. Faşîzm wê bi çalakvaniya hevalê Kemal Pîr were têkbirin. Faşîzm wê bi PKK'ê, bi ruhê PKK'ê, bi felsefeya Rêbertî were têkbirin. Ev ruh di berxwedana 14'ê Tîrmehê de veşartî ye. Meşa rast a li xeta 14'ê Tîrmehê wê serketineke mezin derxîne holê û gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bigihîne azadiyê. Wê bibe sedem ku li Rojhilata Navîn bexçeyê gulan, bexçeyên gelan vebe. Felsefeya Rêbertî bingeha wê ava kiriye, hêza tevgera me heye ku faşîzmê têk bibe û faşîzmê biavêje sergoyê. Bi meşa di xeta 14'ê Tîrmehê de ev yek gengaz e. Di berxwedana hevalên zindanan a Mijdarê dest pê kirin ev yek ispat kiriye. Em vê ispatê kûrtir bikin û gerîla xurtir bikin. Em dikarin bi vî rengî binirxînin. Berxwedan bi ser dixîne. Pasîfîzm mirovan dikuje. Serîtewandina li ber faşîzmê wê rê li ber mirinê veke. Divê gelê me di vê mijarê de hişyar be. Nekeve rewşeke wisa. Di 12'ê Îlonê de li zindanan çi êşkence li berxwedêran dihate kirin, îro heman êşkence li dijî gelê tê kirin. Nahêlin merasîma hevalek şehîd çêbibe. Zexteke giran tê kirin. Ji ber ku ji gel ditirse, ji berxwedana gel ditirse. Ji azadiyê ditirse, zane wê mirina wan be. Em bi rengekî rast xwedî li şehîdên xwe derkeve, bi rengekî rast xwedî li şehîdgehên xwe derkevin, çirûskeke herî biçûk wê dawî li wan bîne. Em careke din di serî de şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Herî dawî di şexsê hevalên Helmet, Şahîn û Devran de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em ê pêngava 'faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' bilind bikin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin."