Li Fransayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 5 kes mirin

Li Fransayê ji ber lehiyê li herêma Varê 2 kes û li Marsîlyayê jî ji tîma alîkariya lezgîn sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên Frejûs û Saînt-Paûl-en-Foret ên bajarê Varê du kes li ber avê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Li Marsîlyayê jî helîkoptera alîkariya lezgîn a bi hawara mirovan ve diçû ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê qeza kir û sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Servîsên Meteorolojiyê ji bo herêmên Var û Alpes-Maritimesê alarma bi rengê pirtiqalî ragihand. Şert û mercên nebaş ên hewayê di 1'ê Kanûnê de dest pê kirin. Hate ragihandin ku ji ber lehiyê zerareke giran rû da. Hefteya derbasbûyî li herêma Varê şeş kesan jiyana xwe ji dest dabûn.