Li Fransayê festîvala li ser berxwedana jinê hate lidarxistin

Di 28, 29 û 30’ê Hezîranê de li gundê Sallians ê li başûrê Fransayê Festîvala L’Allîmette festîvala li ser berxwedana jinê hate lidarxistin.

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî ji bo festîvalê hate vexwendin. Başaran tevî parlementera partiya çep Morel Darleûx û serokê komelaya Amîtîes Kurdes de Lyon Thîerry Lamberthod çûn serdana meclîsa herêmî ya Rhone-Alpes û li wê derê li ser rewşa Kurdistanê guftûgo hate kirin.

Roja Înê jî li ber rûbarê Dromeyê bernameyek hate lidarxistin. Bername li ser têkoşîna navneteweyî ya jinan bû. Di bernameyê de qala hilbijartinên li Stenbolê jî hate kirin. Başaran di bernameyê de got ku “HDP di siyasetê de ji bo rêya sêyemîn û tifaqa demokrasiyê dixebite.” Başaran qala zext û zordariyên li ser gelê Kurd û wêrankirina Cizîr û Sûrê kir û bal kişand ser grevên birçîbûn. Başaran got “Bi fikrên rêzdar Abdullah Ocalan, têkoşîna jinên Kurd li hemberî faşîzm û feodalîzmê didome.

Di guftûgoyê de qala Rojava jî hate kirin û wêneyên şoreş û jiyana li Rojava li dîwaran hatibû daliqandin. Parlementer Corînne Morel Darleûx diyar kir dema ku ew çûye Rojava wê ev wêne girtine. Darleûx diyar kir ku gelek kesên ji Fransayê dixwazin doza gelê Kurd û şoreşa wê baştir nas bikin.

Di festîvalê de li belgefîlma rojnameger Mylene Saûloy ya li ser ‘Şerê jinên Kurd’ hate temaşekirin.