Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Etîyopyayê di rojekê de 353 milyon dar hatin çandin

Li Etîyopyayê ku ev demeke dirêj e bi hişk û ziwabûn û birçîbûnê di rojevê de ye, bi kampanyaya çandinan daran, ya bi insîyatîva Serokwezîr Abîy Ahmed, di rojekê de 350 milyon dar hatin çandin.

Kampanyaya çandina daran a ku bi insîyatîva hikûmeta Etîyopyayê ya bi serokwezîrtiya Abîy Ahmed dest pê kirî û hedef ew e ku heta Cotmehê li tevahiya welêt 4 milyar dar werin çandin, didome. Li gorî daxuyaniya fermî li tevahiya welêt 353 milyon dar hatin çandin.

Di serî de karmandên dewletê, tê gotin, gel jî pir zêde xwe tevlî kampanyayê kiriye.

Bi çarçoweya kampanyaya çandina daran a li Etîyopyayê rekorek jî hate şikandin, li cîhanê di rojekê de darên herî zêde bi 353 milyonan li Etîyopyayê hatin çandin.

2016'an li Hindistanê 50 milyon şitl hatibûn hatîn,n herî dawî Tîrmeha bihurî li Hindistanê 66 milyon dar hatibûn danîn.