Li Ekvadorê celebekî nû yê dînozoran hate dîtin

Li Ekvadorê fosîlên dînozorekî giyaxur hate dîtin, ku bi qasî şeş metroyan dirêj e lê dîsa jî ''biçûk'' tê dîtin.

Li Ekvadorê zanîngehekê 6'ê Kanûnê ragihand ku wan celebekî nû yê dînozoran dîtine.

Navê Yamansaurus Lojaensîs lî dînozor kirin, ku nav ji navê jîgeha ku lê hatî keşfkirin Yamanê û ji bajarê Lojayê ku dînozor lê hate nasandin, hate dariştin. Yamanê ya li başûrê welêt, 50 kîlometre dûrî sînorê Perûyê ye.

Yek ji berpirsê zanîngeha teknîk a taybet a Lojayê Juan Pablo Suarez got tîmeke Arjantînî û Ekvadorî bi hev re ev keşf kirine û ev dînozorê pêşî yê Ekvadorê ye.

Her çendî hemû parçeyên qaqûtê dînozor nehatibe dîtin jî, lêkolîneran hestiyê qorikê, movikên dûvik, hestiyê mil û pêşmil, hestiyê paqê dîtin. Bi van keşfan gihanne wê encamê ku hestiyên dînozor kurt û stûr in, bi qasî 6 metroyan dirêj e û bi zirxekî xweparastinê ye.

Ji fosîlên ku derxistine holê tê texmînkirin ku dînozor ji celebên wan dînozoran serdema Kretase ye, ku beriya bi 65-85 milyon salî jiyane. Ji van re tê gotin beriya ku biqelihin ew dînozorên dawî ne.