Li Asyaya Başûr baranên muson: 650 kes mirin

Ji ber baranên musun ên li Asyaya Başûr, di nava du hefteyên dawî de bi kêmanî 650 kes mirine.

Li gorî daneyên daxuyaniyên fermî yên ji welatên cuda hetî girtin, ji ber karesatên barana musonê pêk hatîn, di nava du hefteyên dawî de bi sedan kes mirine.

Baranên musonê her sal di nava meha Hezîran û Îlonê de dibarin. Ev qite ji pêncan yekê nifusa cîhanê li xwe digire.

Ji ber baranên muson nêzî 10 milyon welatiyên li Hindistan, Bangladeş û Nepalê bandor dibin, bi deh hezaran kes neçar dimînin ku cihên xwe biterikînin.

Li Hindistan bi kêmanî 460 kes mirine, bû yek ji welatên herî berdêlên giran daye. Li eyaletên bakur û bakurê rojhilat gelek navçe mane dibin avê de û agahî jê nayên girtin.

Li cihên cihê yên eyaleta Uttar Paradeşê 37 kes ji ber lêdana belîdan mirine.

Li gorî rayedarên Nepalê 90 kes mirine, 29 kes jî winda bûne.

Li Bangladeş a ji sêyan yekê xaka wê maye di bin avê de, ji 10’ê Tîrmehê û vir ve bi kêmanî 97 kes mirine.

Hikûmeta Bangladeşê ji bo mexdûran bi hezaran cihên lezgîn ên sitirînê çêkirine. Ji ber karesatê gelek mal û zeviyên çandiniyê tine bûne.

Li Pakistanê jî nêzî 30 kes mirine.