Li Amedê asta rantê û tiryakê

Li Amedê ranta ku ji tiryakê tê bidestxistin pir zêde bûye. Dewlet tenê teşwîqê nake, her wiha rantxuran diparêze jî.

Operasyonên ku Amed û Çewlikê, navçeyên Licê, Pasûr, Hênê, Karaz, Pîran, Hezro, Dara Hênê di nav xwe de vedihewîne hema bibêje bûne rûtîn. Operasyon ne wiha jirêzê ne. Bi dehan helîkoptêrên Kobra û Skorsky tevlê dibin, F-16 destekê didin. Ji hêla bejahiyê ve bi hezaran tîmên taybet ên jandarma, polîsên tîmên taybet û jandarma di nav van operasyonan de cih digirin. Hemû teknolojiya şer, guhdarîkrinê têne ceribandin. Operasyona dawî 20’ê Tîrmeha 2017’an li bejahiya Licê dest pê kir. Ji Adara 2016’an heta Tîrmeha 2017’an 56 caran operasyon hatin kirin. Heke mirov li 56 mehan par ve bike her mehê 3,5 cara operasyon hatine kirin. Di her operasyonê de çiwalên esrarê yên ku ‘hatin bi dest xistin’ li pey hev têne rêzkirin û nîşandan.

Di operasyonan de dema ku kenevîra Hîndê ji hêla leşkeran ve tê rakirin, tenê ji hêla Ajansa Anadolouyê ve tê kişandin ku wan bi helîkoptêr û wesayitên zirxî dibine wir. Her wiha wesayitên modêla herî dawî ‘ku tê nirxandin wê di êrîşa bobbeyî de were bikaranîn’ têne ‘bidestxistin’ û li baxçeyên qereqola ji çapemeniyê re têne nîşandan.

Li wê herêmê ku bi şev û roj amûrên hewayî yên bê mirov dişopînin û li her derê leşker hene bi hezaran donum erd kî bi kê bawer dike ku esrarê biçîne, rake, li kû û çawa ziwa dike, çawa li moxilê dide, çawa vedişêre, çawa dixe bazarê, li gel ew qas kontrola rê çawa diçe aliyê Tirkiyê. Kana tiryakê ku êdî li Amedê li ber dibistanên seretayî têne firotin çiye?

TIRYAK KÊŞEYA HEMÛ TIRKIYÊ YE

Kenevîra Hînd, bi navê xwe yê dî esrar û tirkan ne tenê kêşeya Kurdistanê yek ji kêşeya herî girîng a Tirkiyê ye jî. Bi rê Walitiyên Tirk gelek caran tê gotin ku esrar tenê li Kurdistanê tê hilberandin, firotin. Medyaya ku bi navika xwe bi desthilatdariyê ve ye vê wilo xweş dike û dibêje di rojname û televizyonên xwe de. Lê rastî ne wiha ye.

Esrar li Tirkiyê bi bo ku di lêkolînên zanistî de û ji bo madeya xam a endustriyê were bikaranîn li 19 bajaran bi yasayî tê hilberandin. Her wiha hema hema li her herêma Tirkiyê ku şertên sirûştê û demsalê guncan in, esrar bi rengekî der yasayî tê çandin. Li hin bajaran ev 100 kîlo, li hin bajaran jî 10 ton e. Esrara ku tê çandin li piyaseya navxweyî tê firotin.

BI BIRYARA WEZARETÊ ÇANDINA ESRARÊ

13’ê Cotmeha 2016’an ‘’Rêziknameya Gihandina Kenevîrê û Derbarê Kontrola Wê’ ya Wezareta Zad, Çandinî û Ajalkariyê di Rojnmeya Fermî de hate weşandin. Li gorî rêziknameyê li Amasya, Antalya, Bartin, Burdur, Çorum, Izmîr, Karabuk, Kastamonu, Kayserî, Kutahya, Malatya, Ordu, Rîze, Samsun, Sînıp, Tokat, Uşak, Yozgat û Zonguldakê û li hemû navçeyên van bajaran çandina kenevîra Hîndê,  bi şertê li gorî rêziknameyê biçin, hate serbestkirin.

LI KAHRAMAN KAZANÊ ESRARA BI 1,5 MILYON LÎREYÎ

Tim tê gotin û nivîsên ku li bajarên Kurdistanê esar tê çandin, firotin. Lê dema ku mirov li ser înternetê, di motora lêgerînê de ‘esrar’ binivîsîne ji bilî bajarên Kurdistanê (ji bo ku şertên demsalê ne guncan in) hema hem ali hemû deveran zeviyên kenevîra Hîndê hene.

Va çend vîdeoyên derbarê wan herêmên Tirkiyê de ku kenevîra Hîndê lê tê çandin û ji hêla medyaya Tirk ve hatiye belavkirin: 

Mugla Fethiye: https://www.youtube.com/watch?v=xHsTVC06LV0
Îzmîr Kemalpaşa: https://www.youtube.com/watch?v=1Do7bvapulU
Aydın Nazîlî: https://www.youtube.com/watch?v=70Af88bwto4
Samsun Ayvacik: https://www.youtube.com/watch?v=IZ2BwwLDWIQ
Edîrne: https://www.youtube.com/watch?v=1bt2YMG31AI
Sînop: https://www.youtube.com/watch?v=q2KCfF5qNUU
Zonguldak Eregli: https://www.youtube.com/watch?v=AhAS4I50C-4
Maraş: https://www.youtube.com/watch?v=pO8lvd92KGU
Bartin: https://www.youtube.com/watch?v=vFgcgG9TgQc
Kayserî: https://www.youtube.com/watch?v=bjfCfybBkG0
Kirklarelî Luleburgaz: https://www.youtube.com/watch?v=-0TawkQfSFs
Karaman: https://www.youtube.com/watch?v=rxLaQrVpBHU
Burdur: https://www.youtube.com/watch?v=YKZe4NVqm6k
Uşak: https://www.youtube.com/watch?v=rAV3swbK1Rg
Isparta Egîrdîr: https://www.youtube.com/watch?v=O9O_WtpQPZI
Antalya Alanya: https://www.youtube.com/watch?v=J9nwKSM5Q2c
Mersîn: https://www.youtube.com/watch?v=1Rbb9fjz5-0
Xarpêt: https://www.youtube.com/watch?v=4_D1kU4ZjOw
Burdur: https://www.youtube.com/watch?v=BFylkAQGXN0
Çanakkale: https://www.youtube.com/watch?v=9wJ4fnmBg-A
Kocaelî Kandıra: https://www.youtube.com/watch?v=4_D1kU4ZjOw
Yozgat: https://www.youtube.com/watch?v=X3E2bq5V_CY

Herî dawî 16’ê Tîrmeha 2017’an li ser îxbarekê li Kazanê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ji ber sedema ‘lehengiya’ AKP’yiyekî ku navê bajêr kirine ‘Kahraman Kazan’, li herêma Ovaçayi ya taxa Aydin a navçeya Enqerê Kazanê zeviyeke kenevîra Hîndê hate bidestxistin ku bihayê wê yê piyaseyê 1,5 milyon lîre bû: ( (http://www.hurriyet.com.tr/kazanda-uyusturucu-operasyonu-37021730)

AMED Û ZEVIYÊN ESRARÊ

Li Amedê piştî salên 1990’î ji ber ku qorîcît qebûlnekirin gund hatin valakirin. Li gundan mafê jiyanê tenê dane qorîciyan û leşkeran.

Piştî ku herêm hate velakirin li gundên qorîcî yên Licê, Qulp, Hênê, Kocakoy, Dîclê, Farqîn û Hezroyê gelek heq dane qorîciyan. Yek ji van heqan jî çandina esrarê bû. Leşkeran bi rengekî vekirî ji gundiyan re digotin, ‘biçênin lê me ne dît û ne jî bihîst’. Li hin gundan jî qereqolan li gorî mezinahiya erda ku esrar lêh atî çandin para xwe distandin.

(Li Êlih û Sêrtê mezinahiya zeviyên ku esar lê tê çandin jî bi donuman e. Bi taybetî jî li Sasonê…)

Li herêmên ku hatine valakirin ji ber tevgera gerîla qorîciyan bêhtir li derdora gundên xwe esrar çandin.

Mînak Gulana 2009,’an li Hezro ya Amedê, li gundê Şêxan qorîciyan li 3 donuman esrar çandibûn û  Mehmet Nesîf Urakçi ji ber ku pezê xwe li wan deran diçêr hate kutşin. 9 qorîcî ji kuştinê hatin hatin binçavkirin. Kurapê Urakçî Ahmet Urakçi diyar kir ku ji ber esrarê ya ku qorîciyan çandiye nahêlin ku kes pezê  xwe li van deran biçêre.

JI DERVEYÎ BAJÊR TÊN KIRÊ DIKIN

Ji ber pereyên zêde yên ji çandina esarê tên, weke bazirganên esrarê cotkarên normal jî berê xwe dane çandina esrarê û dev ji çandina genim, nîs û ceh berdan. Her wiha gelek bazirganên ji derveyî Amedê hatin jî ketin nav karê esrarê. Her wiha hin malbatên ku li Bajarêmezin bi cih bûne her salê çaxê çandinê tên, li zeviyên xwe yan jî li yên ku deman kirin esrarê diçênin, di dema çandiniyê de bi destmizê gundiyên ku erdê wan nîn in didin xebitandin.

DEMA HILBERANDIN Û VEGUHAZTINÊ

Esrar piştî ku ji vexwarinê re hazir dibe difiroşin bazirganên ku hatine gund. Ji bo vê jî bi taybetî mehên Tîrmeh û Tebaxê dema ku rêya we bi Licê, Qulp, Hênê, Kocakoy û Hezroyê bikeve mirov rastî li wesayitên bi modêla herî dawî yên bi plakayên Izmîr, Mersîn, Bursa, Antalya û hwd. tê.

Bazirganên ji hêla Tirkiyê ahtin bazarê li ser zeviyê dikin. Esrar bi rengê giya yan jî tozê tê firotin. Karê neqliyê ew bi xwe dikin. Ên karê neqliyê dikin serê kîloyê pereyên xwe distînin. Ev fiyat di navbera 200-600  lîreyî de diguhere.

NE DIYAR E BÊ KA ÇAWA JI KONTROLÊ DERBAS DIBIN

Li herêmê ku hema hema her roj operasyon têne kirin, serê 10 kîlometre kontrol têne kirin, dema ku mirov 2 kîlo bacanê sor jî bîne dikeve ber kontrola leşker û polîsan, rewşeke şîlo ye bê ka bi sedan kîlo esrar çawa ji gundan diçe bajaran û tê firotin.

Ne tenê bazirganên esrarê, leşker û polîsên ku dibînin esrar sivik e lê bihayê wê giran e jî ji bo ku dixwazin avantaja mewkiya ku lê ne bi kar bînin û di demeke kurt de pereyekî zêde bi dest ve bînin ketine nav kar kirîn û veguhazyina esrarê de.

Çend mînakên ji nûçeyan

15 Adar 2015

Ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Qeçaxî û Sûcên Organîze ya Midûrîyeta Emniyetê ya Amedê  li ser îxbarekê wesayita memûrên polîs E.K û M.A.K yên ku li Şûbeya Qewetên Çevîk ên Midûrîyeta peywirdar bûn dane sekinandin. Di lêgerîna wesayitê de 50 kîlo esrar hatin bidestxistin. Polîsên ku ji bi îdîaya ku tiryakê ji Amedê bibin Stenbolê hatibûn binçavkirin, ji hêla dadgehê ve hatin girtin.

19 SIBAT 2016

Ekîbên Midûriyeta Emniyetê yê Edeneyê li ser rêya D-400’ê li wesayiteke ku 4 kes tê de bûn geriyan. Di lêgerînê de 11 kîlo esrar hate zevtkirin. Di kontrola nasnameyê de diyar bû ku  Ahmet D. Ê 29 salî Çawişê Pispor e. Di lêgerîn mal û kargehên 4 kesan de her wiha 76 kîlo esrara dî jî hate bidestxistin.

6 HEZÎRANA 2016

Alîkarê Komîser ê li Amîrtiya Bûroya Cînayetê ya Midûrîyeta Emniyetê ya Amedê peywirdar B.KK. li Afyonkarahîsarê 113 kîlo esar û 21 hezar û 750 çixareyên qaçax pê re hate girtin.

Her wiha nûçeyên bi vî rengî yên di çapemeniya Tirk de bi dehan in.

ESRAR ÊDÎ LI BER DIBISTANÊN SERETAYÎ TÊ FIROTIN

Ranta mezin ya ku ji esrarê tê û ji ber hilberandina zêde êdî mirov hêsantir xwe digihîne esrarê. Li her tax û kuçeyê mirov dikare kesên ku bi torbeyan difoşin bibîne. Ji ber erzanîya wê û ji mirov bi hêsanî dikarê xwe bigihêniyê êdî esra hatiye heta ber dibistanên seretayî jî. Li Amedê  li ber dibistanan an jî meydana Dagkapiyê, li rex kontrola polîsan a li Urfa Kapi û Tek Kapiyê, li ber Sûrê hema hema her danê rojê mirov dikare ciwanan bibîne ku esrarê dipêçin û vedixwin.

LI ÇATEMÊ 4 HEZAR Û 111 ZAROK HATIN TEDAWÎKIRIN

Li gorî daneyên Navenda Tedawiya Pêgirên Madeyeyê yên Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM) ku di bin banê Nexweşxaneay Dewletê ya Selahattîn Eyûbî ya Amedê de ku xizmetê dide zarok û ciwanên ku tiryakê bi kar tînin,  4 hezar û 111 zarokên ku tiryarkê bi kar tînin, malbatên wan ji bo tedawiyê anîne nevandê. Li gorî daneyên ÇEMATEM’ê de di nav van de zarokên 9 salî jî hene ku ji bo tedawiyê anîne. Hê jî zarokên lu li navendê têne tedawîkirin hene. Ên ku temenê wan di ser 18’an re bin, heke tedawiyê qebûl bikin wan dibine Xarpêt, AMATEM’ê.

ŞAREDARIYÊ JI BO ÇARESERIYÊ DAR KUR KIRIN

Polîs serê xwe ji kesên ku tiryakê bi kar tînin naêşînin, ên tirkyakê jî bêhtir deverên weke parkan, darî bi kar tînin. Ji bo vê jî Şaredariya Mezin a Amedê darên Parka Koşuyoluyê kur kirin, ji ber ku ew der bûbû cihê kesên ku tiryakê bi kar tînin û bazara wê dikin. Her wiha bi vê mebestê darên li ber Konuk Evî ya Şaredariyê jî hatin bibîn. Lê di rewşa niha de li Amedê asta bikaranîna tiryakê pir zêde bûye.

RAZA ‘WESATIYÊN BOMBEBARKIRÎ’ YÊN KU TÊNE TEŞÎRKIRIN


Di van 2-3 salên dawî de li ser rêya gundên Qulp-Licê-Hezroyê mirov gelek caran dikare rastî li wesayitên bi modêla dawî yên BME,Mercedest û hwd. were ku li ser rêya gundan diçin û tên. Plakayên wesayitan ên Entalya, Bursa, Adiyaman, Mersîn, Izmîr û hwd. ne. Gundiyan ev wesayitên bi modêla dawî li ser rêya gundan û hem jî ji bo veguhaztina esrarê bi kar dianîn. Wesayit dernedixistin ser rêyên sereke. Tenê li ser rêya gundan diçin û dihatin.

Gundiyekî ji meraqa me re bû bersiv û got ji aliyê Tirkiyê ev kesên navbeynkar dema rakirina esrarê bi van wesayitan tên û bazirganên esrarê en.

Walitiya Amedê daxuyaniyan ku di 18 operasyonên li bejahiya Licê de ku 18’ê Sibatê, 3’yê Adarê û 3’yê Tîrmehê de 42 wesayit hatine bidestin û ew ‘dinirxînin ku ev wesayit ji bo êrîşên bombeyî wê werin bikaranîn.’’

Lê ti caran negot bê ka ev wesayit kengî li kû derê hatin desteserkirin, ên kê ne. Bazirganên esrarê yên ku wesayitên wan hatine desteserkirin gilih jî nekir. Tenê serlêdana ‘winda’ dan.

Walîtî her çendî wesayitên desteserkirî yên bazirganên esrarê weke ku hatibin dizî ragihandibe jî li ser rêya gundên Licê, Qulp, Hezaroyê mirov dikare li wesayitên bi modêla luks ên bazirganên esrarê rast were ku kirine bin xizmeta gundiyan.

LI DIJÎ TIRYAKÊ BELAVOK HATIN DALIQANDIN

Li dijî vê zêdebûna çandiniya tiryaekê komên PKK’ê yên li herêmê jî diçine gundan û seraqet diyar kirin ku ew ê bi xweşî nêzî wan kesan nebin ku esrarê diçênin û yên ku esrarê diçênin wê werin cezakirin. Adara 2014’an  li ser banga PKK’ê li hemû gundên Licê ji hêla Insîtavîa Gel a Amedê ve li ser dibistan, mizgeft, malan, li ser dîrekên ceyranê belavok hatin belavkirin û di belavokan de wiha dihate gotin: ‘’Ji bo paşerojên paqij û azad em bang li hemû gelê xwe dikin ku dawî li bazirganiya tiryakê bînin û nebin şîrikên dewletê. Em paşeroja xwe, zarokên xwe jehrî nekin. Insîyatîva Gel a Amedê.’’

Lê li gel vê jî hê jî kesên ku esarê diçênin têne parastin. Bi kontrola dewletê ev tora bazirganiyê didome.

BAZIRGANÊN TIRYAKÊ DI TORA SÎXURIYÊ DE TÊNE BIKARANÎN

Walitiya Amedê û Fermandariya Jandarmeyan serê 2-3 mehan bi daxuyaniya çapemeniyê diyar dikin ku li herêma navborî operasyon kirine, bi tonan esrar bi dest xistine. Lê qet behsê nakin bê ka çawa li gel ev qas operasyonan li Licê, Qulp, Hezro, Kocakoy, Hênê bi hezaran donum esrar tê çandin.

Mînak hema 100 metrorî li jêra qereqola Hêzanê ya li Licê, her wiha li derdra Herêmê Baregeha Kayacikê ku li ser latekî serwerî derdorê ye, esrar tê çandin. Ji Herêma Baregeha Kayacikê bi çavê xwe mirov dikare bibîne ku esrar tê çandin. Her wiha mirov dikare bibîne ku di navbera qereqola Duru û cihê ziyaretê yê Eshab-i Kehf de esra tê çandin, dema ku mirov bi wesayita xwe diçe bi çavê xwwe mirov dikare bibîne. Di vê rewşê de mirov dikare bigihije wê encmaê ku operasyonên ku têne kirin tenê herêmê di nav xwe ve vedihewîne û li hin herêmên ‘di ber berdêlêkê de’ çav li wan tê girtin.

Dewlet li hêlekê operasyonan dike, esrara ku zext kirî bi rêya çapemeniyê nîşan dide li hin deveran jî li ser çandin û rakirina esrarê dengê xwe nake. Sedema wê jî pêkanîna îstîxbarata li dijî PKK’ê ye. Di ber îstîxbaratê de çavê xwe li bazirganên esrarê yên qorîcî û ne qorîcî digirin.
 
‘DIVÊ HÛN HÊZEKE TABÛRÎ JI BO VÎ KARÎ VEQETÎNIN’

Beriya bi mehan li gundekî Licê ku em ji bo nûçeyan çûbûnê derengiya şevê komeke gerîla hatin. Di nav wan de yek ji rêveberê HPG’ê Baran (Mehmet Dogan) û gerîlayekî bi navê Deştî (Şakîr Ozaydinli) jî hebû ku beriya bibe gerîla demekê nûçegihanî jî kiribû. Li ser esara ku li herêmê tê çandin me bi wan re nîqaş kir.

Baran ê HPG’yî diyar kir li vê herêmê ew li dijî mijara esrarê têdikoşin, ên ku esrarê diçênin têne cezakrin, li mizgeft, dibistan, li malên gundiyan di vê derbarê de daxuyaniyan didin lê li gel vê jî çandinî berdewam dike û dibÊje, ‘’gundên qorîcî jixwe diçênin, bi agahi qereqolê diçênin.’’ Li herêmên dî jî li gel hemû hişyarîdayinên me çandinî didome. Hin ji der ve tên û araziyan kirê dikin.

Ên ku me tespît kirine me ceza li wan birî û dest li ser wesayitên wan danî. Nikarin biçin gilî bikin û bibêjin, ‘’em çûn ku esrarê biçênin û dest li ser wesayitên me danîn.’’ Hin jê me ew binçav kirin û bi rojan li cem me man. Gelek cran em çûne nav zeviyan li gel yên ku ew çandin û me ew ji ra hilqetandin. Lê piştî ku em diçin dîsa diçênin. Tenê li herêma Licê ji bo ku em bikaribin pêşî li çandiniya esrarê bigirin divê em hêzeke xwe ya tabûrê ji vir re terxan bikin. Yanî divê gerîla dev ji kar û barê xwe biqere û bi van tiştan re mijûl bibe. Em gerîla ne yan hatine ku esrarê ji ji ra hilqetînin. Ên ku me tespît kirine em ji bo yekîneya malî ya gerîla re dibÊjin, ew jî diçin cezayê pereyan li wan dibirin. Niha em dikarin vê bikin.’’

Mehmet Dogan, Şakir Ozaydinlik, Hakan Kizil û Hakan Ozunlu yên HPG’yî, 28-29’ê Hezîranê li gundê Reşanê yê Licê derengiya şevê dema ku di civînê de bûn, li ser îxbara bazirganên esrarê êrîş li ser wan hate kirin. Şer, ku helîkoptêrên Kobra û ÎHA’yên çekdar hatin bikaranîn, 2 rojan dom kir. 3 gerîla 28’ê Hezîranê şehîd bûn, Baran (Mehmet Dogan) jî heta bi guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo ku bi saxî neyê girtin bombeya destan bi xwe de teqand. Par fermandarên HPG’ê Nevzat Gunduz û Ekrem Guney jî li ser îxbarekê di operasyonekê jiyana xwe ji dest dan.