Koordînasyona Heskîfê: Divê em têbikoşin

Koordînasyona Heskîfê got “Bendava Ilisûyê li ser bi milyonan zindiyan û Heskîfê gefeke mezin e” û banga bihistyariyê kir.

Koordînasyona Heskîfê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya wê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bendava Ilisûyê û projeya HES’ê wê bi qasî 400 kîlometreyan bandorê bi milyonan zindiyan bike. Pê re jî Heskîf a ku 12 hezar sal dîroka wê heye û 300 qadên arkeolojîk lê hene wê di bin avê de bimîne.

Di 20-22’ê Tîrmehê de bêyî ku tiştek were gotin devikên bendavê hatine girtin û av di bendavê de kom dibe. Ji dîmenên ji peykê yên di 19, 24 û 29’ê Tîrmehê de jî diyar dibe ku devikê bendavê ne ji bo ceribandinê lê mayînde hatine girtin. Gola bendavê roj bi roj ava wê zêde dibe û mirovên li vê derê nizanin ku wê av kîngê bigihêje ser war û erdên wan.

Bi gola bendavê re derketiye holê ku Tirkiyeyê peymannameyên Neteweyên Yekbûyî bin pê kiriye. Wê di nava çend mehan de Heskîf û 300 girik wê di bin avê de bimînin.

Divê Bendava Ilisûyê û projeya HES’ê were sekinandin û devikên bendavê were vekirin û av were valakirin. Em bang li hemû ronakbîr, rewşenbîr, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan dikin, werin em bi hev re ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê têbikoşin.”