Ketika Wanê êdî ''li firotanê'' ye

Tuxmê ketika Wanê êdî ber nemanê ye. Êdî dîtina ketikê Wanê  yê li ber wîtrîna jî bi pereyan e. Zanîngeha Sala Sedî ya Wanê jî ketik dane ber firotanê.

Ketikên Wanê yên çavên wan rengo rengo û mûyên wan spî, ku yek ji rengekî resen ê Wanê ye û tuxmê wan li ber nemaneyê, bi sepanîn bi navê ''parastinê'' ji jiyana wan a sirûştî bi temamî hatin qutkirin. Ketika Wanê ku demekê hema hema li her malê hebûn, êdî li kuçeyan ne pêkan e ku çavê mirov bi wan bikeve. Ketikên Wanê yan li Mala Ketikan a Wanê yan jî li petshopan li wîtrînên firotinê, bi bihayê di 200-1000 lîreyî têne firotin. Ketina Wanê bi balafiran dibin derveyî welêt û wiha jî têne firotin.

KETIKÊN KU JI WANÊ TÊNE DERXISTIN ZÛ DIMIRIN

Li Wanê 1992'an bi hinceta ku tuxmê wê diqele, bi navê ''Parastina Ketika Wanê'' Zanîngeha Sala Sedê ya Wanê xebatek da destpêkirin. Piştî ku Mala Ketikan hate avakirin, hate qedexekirin ku ketika Wanê ji Wanê were derxistin û li malan werin xwedîkirin. Ên ku dixwazin ketika Wanê li nav malê xwedî bikin, bi qerneyeke Walîtiya Wanê dikarin vê bikin. Ketika Wanê ji ber ku celebekîk endemîk e, li derveyî bajêr nikare bijî.  Ketikên Wanê ku derdixînin derveyî Wanê piştî bi demeke kurt dimirin.

Zanîngeha Sala Sedî ya ku Mala Ketika ava kirî, dema ku mirov dixwaizn serdana Mala Ketikan bikin, diravan ji wan dixwazin, ketikên Wanê ku li petshopan derdixin ser wîtrînan, di wan qefesan de li ber xwe didin.

PROF. GULYUZ: ME KETIKA WANÊ DAYE BER FIROTANÊ

Li gel ku 1992'an hate qedexekirin ku ketika Wanê derxînin derveyî Wanê jî, Midûrê Mala Ketina a Wanê Prof. Dr. Fethî Gulyuz, got, wan dest bi firotina ketikan kirine. Têkilî mijarê Gulyuz got, ''Di dest me de 130 ketik hene. 50-60 hebî em ê bifiroşin. Bihayê ketinên me li gorî dirêjiya mû û qelîteya wê diguhere. Ên ku di navbeyna 200 lîre û 500 lîre de bînin dikarin ji ketikên me bikirin.''

KALÇIK: JI SIRÛŞTA WÊ TÊ QUTKIRIN Û TINEKIRIN

Serokê Wan Çev-Derê (Komeleya Hawîrdorê) Alî Kalçik got, ''Pêkanînê bi çarçoweya parastina ketikên Wanê wê tuxmê ketika Wanê biqelîne. Heke hûn ajalekî ji sirûşta wê qut bikin, cinsê wî ajalî wê biqele. Rêya herî baş a parastina rêya ketina Wanê ew e ku mirov li qadên jiyana wan a sirûştî wan azad bihêle. Ketina Wanê bi navê parastina wê kirine metayeke firotinê. Zanîngeha Sala Sedî ketikan difiroşe. Biçin Wanê, hûn ê li hemû shopên ajalan ketikên di qefesan de bibînin. Ev rewşeke pir kambax e û divê dawî li vê were. Xebatên me ji vî alî ve didomin.