KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî peyama sersaxiyê da

KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî, ji malbatê, alimên Kurdistanê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Di peyamê de hate gotin, "Em bang li gelê me bi taybetî alimên Kurdistanê dikin ku xwedî li vê ked û nêrînê derkevin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KCK'ê de hate gotin, "Em bi xemgînî pê hesiyan ku alimê Îslamê yê mezin ê Kurdistanê, welatparêzê mezin dostê me Mela Abdulkerîm Şarbajarî ku weke Mela Abdulkerîm Saîd tê naskirin, wefat kiriye. Vî welatparêzê mezin heta dawiya emrê xwe hewl da Îslam rast bê fêhmkirin û jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir. Bila rewma Xwedê li vî welatparêz û alimê mezin be. Em êş û xemgîniya malbata hêja parve dikin. Di serî de malbata wî em sersaxiyê ji alimên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Peyama KCK'ê wiha dewam kir:

"Mamoste Mela Abdulkerîm ê rehmetî, di serî de zanetî, edalet, cesaret û dilnizmiyê xwedî gelek wesf û fezîletê bû. Ev wesf û fezîletên wî mîrateya çanda Îslamê ya mezin û çanda qedîm a Kurd bû. Mela Abdulkerîm ê rehmetî ku ev her du mîrate baş pejirand û di şexsê de bi cih kir, jiyana xwe diyarî wê yekê kir ku van mîrateyan bijî û dewlemend bike. Dîti ku pirsgirêkên civakî û siyasî yên giran ên li nava alema Îslamê rû dan, ji ber rast fêhmnekirin, an jî çewtkirina rastiya cewhera Îslamê ye. Ji ber vê yekê ji bo mesajên Îslamê rast bên fêhmkirin têkoşîneke mezin da. Timî bang kir ku Îslam tundiyê, kîn, nefret û nezantiyê red dike, peyama ebedî ya Îslamê aştî, biratî, edalet û ronakbîrî ye. Têkiliya tundî, kîn, nefret û nezantiyê bi mêtingeriya desthilatdariyê re teşhîr kir û têkiliya aştî, biratî, edalet û ronakbîriyê bi demokrasiyê re danî. Lewma, feraseta Îslama Demokratîk a Rêberê me bi kelecaneke mezin pêşwazî kir û ji bo pêşvebirina wê têkoşiya. Li ser vê bingehê di asta pêşengiyê de gelekî kar kir.

Mela Abdulkerîm ê rehmetî, pirsgirêka azadiyê ya Kurdan bi perspektîfa Îslamî baş şîrove kir û nîşan da ku bêyî têkoşîna azadiyê mirov nikare bibe Misilmanekî baş. Diyar kir ku rabûna li ber înkar û zilmê yek ji şertên bingehîn ên Îslamê ye û berxwedana li dijî zilmê, rengekî îbadetê ye. Her wiha di navbera têkoşîna azadiyê ya Kurdan û feraseta ummetê ya Îslamê têkiliyeke xurt danî. Destnîşan kir ku ummet nayê wateya înkarkirina qebîle, qewm û neteweyan, bileks tê wateya yekîtiya cudahiyan. Ji ber vê yekê timî anî ziman ku xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya Kurd şertekî xwedîderketina li ummetê ye. Li ser vê bingehê heta dawiya emrê xwe cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya li her parçeyên Kurdistanê girt û piştevaniya wê kir. Mela Abdulkerîm ê rehmetî ji bo pêkhatiya yekîtiya neteweyî gelekî ked û hewl da.

Gelê me yê hêja!

Di vê demê de ku gelê me di nava têkoşîneke berfireh de ye, wefata dostekî gelekî hêja yê tevgera me, wefata Mela Abdulkerîm ê rehmetî, ji bo me windahiyeke mezin e. Bêguman ked û nêrînên wî wê di nava têkoşîna me de her mezin bibin. Em bang li gelê xwe dikin bi taybetî Alimên Kurdistanê ku xwedî li vê ked û nêrînê derkevin û mezin bikin. Careke din dibêjin, bila rehma Xwedê li birayê me Mela Abdulkerîm ê welatparêz û alimê mezin be. Bila serê malbata hêja, serê Alimên Kurdistanê û gelê me sax be."