HSK'ê alîkariya qurbanê şand Bakurê Kurdistanê

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), ji bo gelê li deverên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin, bi 150 hezar euroyî alîkariya qurbanê şand.

Heyva Sor a Kurdistanê, li ser kampanya xwe ya Cejna Qurbanê, ku li Ewropa, Skandînavya, Japonya û Kanadayê bi rê ve bir daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya kampanyayê de 150 hezar euro alîkariya qurbanê hatiye komkirin û ev alîkarî ji Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Silopiya û Hezexê re hatiye şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk  ji payiza 2015'an ve bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê; Gimgim, Farqîn, Licê, Silopiya, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê dorpêç kiriye û di êrîşên xwe di be sedan welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan birîndar bûn. Di encama van êrîşan de ku bi tank û topan hate kirin, bi hezaran mal û xaniyên van welatiyan hatin xerakirin û rûxandin. Bi sedan zarok sêwî mane û bi hezaran malbat mexdûr kirine."

Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê bi rasthatina Cejna Qurbanê ya 2017’an ji bo xelkê Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex, Gever, Silopiya û Hezexê bi bihaye 150 hezar euro qurban bi hevkariya Meclisên van herêman li welatiyan belav kir.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de malavahiya hemû kesên beşdarî kampanyaya qurbanê bûne kir.