Heciyên Kurd yekemcar bi nasnameya xwe ya Kurd çûn hecê

Namzetên hecî yên Kurdistanî, ji bo şertê hecê bi cih bînin, roja Şemiyê ji bajarê Frankfûrtê çûn Mekkeyê.

Bi qasî 70 Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Elmanyayê, ku dixwazin bibin hecî, bi rêya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), ji bo yekemcar bi nasnameya xwe biçin hecê di ser fîrmayeke Misrê serlêdana vîzeyê kirin.

Organîzasyona dewleta Tirk Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) û Mîllî Goruş, ji bo vîzeya heciyên Kurd betal bikin, gelekî hewl dan. CÎK'ê nameyek ji Dîwana Malbata Kraliyetê re nivîsand û bi vî rengî pirsgirêka vîzeyê çareser kir. Piştî nameyê, Malbata Kraliyetê bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Erebîstana Siûdî ya li Berlînê, ji bo heciyên Kurd mexdûr nebin vîze da.

DÎTÎB Û MÎLLÎ GORUŞÊ DEST WERDAN

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli, ku namzetên hecî yên Kurdistaniyan bi rê kir, li Balafirgeha Frankfûrtê li ser pirsgirgêkên derketin pêşiya wan daxuyanî da û got, "Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê, îsal yekemcar ji bo mirovên me yên dixwazin bi nasnameya xwe biçin hecê, serî li cihên pêwîst dan ji bo vîzeyê. Lê mixabin Mîllî Goruş û DÎTÎB'ê dest li vê werdan û ji bo em bi nasnameya Kurd neçin astengî derxistin pêşiya me. Bi saya têkoşîna xwe me ev astengî ji holê rakir û namzetên me yên hecî wê îro li cihê pîroz wezîfeya xwe bi cih bînin. Me bi rêya 3 koman namzetên xwe yên hecî şandin."

'EM NEÇAR IN LI HER CIHÎ BIN'

Tûrhalli herî dawî ev bang kir: "Ez bang li hemû Kurdistaniyan dikim. Yên dixwazin biçin hecê divê teqet bi rêya me, yanî bi rêya Civaka Îslamî ya Kurdistanê biçin. Em Kurd neçar in li her cihî bin. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî rabin. Bi zilma ku barbariya Tİrk kiriye, divê kes bi organîzeya wan neçe hecê. Em bang li Kurdan dikin ku xwedî li nasnameya xwe derkeve."

Piştî daxuyaniyê, namzetên hecê yên Kurd, saet 16:30 de li balafira Cîddeyê siwar bûn û bi rê ketin. Heciyên Kurdistanî wê 13'ê Îlonê vegerin Elmanyayê.