Hawirdorparêz bi mezintirîn komira santralê ya YE'yê rapelikîn

Neh çalakgerên tevgera hawirdorê Greenpeace, bi şomîneya santra komirê ya Belchatowê ya li başûrê Polonyayê ye û bi 180 metreyî bilind e rapelikîn.

Çalakiya endamên Greenpeace'yê roja Sêşemê pêk hat. Ji aktîvîstan Katarzyna Gûzek ji AFP'ê re got, "Em dixwazin bala cîhanê bibin ser germbûna global û nîşan bidin ku trajediyên însanî li pêş çavên me diqewimin û divê bi lezgînî tedbîr werin girtin."

Gûzek işaret bi santrala komirê ya Belchatowê kir û got, "Mezintirîn santrala komirê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Yek ji mezintirîn santralên li cîhanê ye. Lewma sembola sîstemekê ye ku gerstêrka me dikuje."

Patronê koma ku kargehê dixebitîne Macîej Szczepanîûk diyar kir ku ew rewşê dişopînin û got, "Ev çalakî bandorê li karê santralê nake."

Çalakiya Greenpeace'yê çar roj beriya civîna bilind a avhewayê pêk hat, ku civîna Neteweyên Yekbûyî wê roja Yekşemê li bajarê Katowîceyê bê lidarxistin.

Ekolojîstekî ji AFP'ê re got, "Hikumeta Polonyayê ku malovaniyê ji civîna bilind re dike, germahiya global zêde dike. Ji aliyekî ve civîna bilind organîze dike, lê li aliyê din bernameya xwe ya enerjiyê eşkere dike û radigihîne ku komir sotemeniya bingehîn a heta sala 2016'an e."