Gabriel: Em di pêvajoyeke dijwar a têkoşînê de ne

Gabriel diyar kir, têkoşîna heyî ya li dijî DAÎŞ'ê ji şerê li eniyê girantir e û got, "Ji bo ewlekirina sînorên xwe û rawestandina gefên Tirkiyeyê, xurtkirina têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê girîng e."

Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel ku tevlî civîna salane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû, diyar kir ku yek ji xalên bingehîn ên rojeva civînê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû.

Gabriel ji ANF'ê re axivî û diyar kir, civîna salane ya QSD'ê di pêvajoyeke dîrokî de pêk hat. Gabriel bi bîr xist ku gelek gef li wan tê xwarin, her wiha wezîfeyeke dîrokî li pêşiya wan e û got, "Em ji nû ve avakirina QSD'ê nîqaş dikin.

Ji ber ku berpirsyariyên me yên dema bê gelekî mezin in. Wezîfeyên me yên dîrokî hene. Şerê li eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bû, lê belê DAÎŞ bi dawî nebûye. Em hîn jî têkoşîneke gelekî giran li dijî DAÎŞ'ê dimeşînin. Lewma bi giranî li herêma Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê gelek operasyonên taybet hatin kirin."

Kino Gabriel bi bîr xist, ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de Tirkiyeyê careke din gef li wan xwar û destnîşan kir, ji bo bidawîbûna gefên dewleta Tirk wan piştgirî dan hevdîtinên navbera Tirkiye û Emerîkayê.

Gabriel bal kişand ser projeya 'ewlekariya sînor' û diyar kir, endamê Fermandariya Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û ji Fermandarên Koalîsyona Navneteweyî General Nicholas Pont di konferansê de ragihandin ku ew piştevaniya vê projeyê dikin û projeya ewlekariya sînor wê qonax bi qonax pêk were. Gabriel got, "Bêguman di vê nîqaşê de armanca Tirkiyeyê cuda ye, ya me û koalîsyonê cuda ye. Armanca me ew e ku hem bi vî rengî sînorê xwe ewle bikin û hem jî têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê bidomînin."

Kino Gabriel der barê têkoşîna dema nû ya dijî DAÎŞ'ê de got, "Niha li herêmên me teqîn pêk tên. Hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê hene. Li dijî wan operasyonên taybet pêk tên. Lê belê encama ji van operasyona hate wergirtin ew e ku li pişt van teqînan û hucreyan tenê DAÎŞ nîne. Hêzên herêmî jî piştevaniya van hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê dikin.

Di dema derbasbûyî de devera DAÎŞ'ê diyar bû. Niha xwe di nava sivîlan de vedişêrin û mîna sivîlan nîşan didin. Di nav gel de teqînan dikin. Lewma têkoşîna li dijî hêzeke bi vî rengî ji şerê li eniyê girantire. Em bala xwe bidin ser Iraqê, li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya û tevî ku dewleteke hîn nekariye DAÎŞ'ê bi dawî bike. Ji ber ku li Iraqê jî hucreyên DAÎŞ'ê rêxistinbûyî ne. Em jî li gorî vê rastiyê têdikoşin. Nîqaşên me jî ji bo profesyonelkirina vê têkoşînê ne."