Egîtîm Sen a Îzmîrê zext û sirgûn protesto kir

Egîtîm Senê, zextên li ser endamên sendîkaya Îzmîrê protesto kir.

Endamên Şaxa Hejmar 4 a Egîtîm Sen a Îzmîrê, li Şaxa Hejmar 1 a Konakê, bi armanca balê bikişînin ser mamosteyên Egîtîm-Senê û her wiha  sirgûnkirina endama Desteya Rêveberiya Nûneriya Egîtîm Sen a Kemalpaşayê Mehtap Yurtsever Ateş ku li Lîseya Anadolu ya Ferzent Bulum peywidar bû û bi hinceta parvekirinên li ser malperên civakî  lêpirsîn lê hat vekirin û sirgûnî Lîseya Pişeyî ya Keçan a Torbali hat kirin,  daxuyaniyek dan. Serokên şaxan jî destek dan daxuyaniyê.
Serokê Şaxa Hejmar 4 Cevat Duzcî daxuyanî xwend û diyar kir ku di şexsê Ateş de kesên fikrên xwe azad tînin ziman tên cezakirin û got: “Dixwazin çanda tirsê bicih bikin.  Dixwazin yên ne ligel wan biçewisînin.”

Duzcî wiha berdewam kir: “Parvekirinên li ser malperên civakê sûc hatiye dîtin. Ev wek sûc hatine nirxandin û kesên sûcdar dîtine jî ne ji sendîka wan e. Di saetên mesayiyê de wêneyên midûrên şaxên ku destekê didin AKP’ê di malperê de cih digirin û ev hemû ji nedîtîve tên. Wêneyên  Midûrên destekê didin AKP’ê, midûrên perwerdeya neteweî û rêveberên dibistanê  yên AKP’î û logoya AKP’ê li Egîtîm Senê jî hene. Lê em van wek hêmaya sûc nabînin.  Em bi salene wek sendîka têkoşîna xwe dimeşînin. Em ê ji vir şûn ve jî têkoşîna xwe bidomînin.

Di demên dawî de zextên li ser endamên me yên navçeya Bornovayê zêde bûne.  Hevalê me Dursun Alî Polat yê li Dibistaina Şehîd Tegmen Murat Aslanturk nûnere, ji ber çalakiya Somayê da bihistin, rastî cezayê hişyariyê hat. Di hilbijartinên parlamenteriyê de komeke AKP’î û namzetê AKP’ê ketin Lîseya Sidika Alî Polat û zext li hevalên me yên ku xebata hilbijartinê dimeşand kirin. Her wiha gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn. Em daxwaz dikin ku mexduriyeta hevalên me demildest ji holê bê rairin û  ev zext ti car me têk nabin.”