Fuat Oktay ê AKP'yî serdana Onder kir
Fuat Oktay piştî serdana Sirri Sureyya Onder pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Ev serdem xurtkirina eniya navxweyî ye. Divê em wek yek û bi hev re bimeşin."
Fuat Oktay piştî serdana Sirri Sureyya Onder pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Ev serdem xurtkirina eniya navxweyî ye. Divê em wek yek û bi hev re bimeşin."
Parlamenterê AKP'ê yê Enqereyê Fuat Oktay serdana Serokwekîlê Meclisê û endamê Şendeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku li Nexweşxaneya Florence Nightingale tedawiyê dibîne, kir.
Oktay piştî serdanê bersiv da pirsên rojnamevanan, bal kişand ser serdanên ji bo Onder li nexweşxaneyê û got, "Ruhê yekîtî, bihevrebûn û hevgirtinê li vir pir girîng e. Em li vir di şexsê birêz Sirri Sureyya de li Tirkiyeyê mînaka yekîtî û hevgirtinê dibînin.”
Oktay têkildarî pêvajoya pirsgirêka Kurd de anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku dê encamek derkeve holê û wiha domand: “Ev serdem xurtkirina eniya navxweyî ye. Divê em wek yek û bi hev re bimeşin. Divê em van pirsgirêkan li pey xwe bihêlin, wek yek û bi hev re li siberojê binêrin. Pêwîste em bi pêş ve bimeşin. Înşallah em ê bi hev re vê yekê pêk bînin."
Di nava rojê de gelek rêveber, nûnerên partiyên siyasî serdana Onder kirin.