‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî, Saziya Zimanê Kurdî were avakirin’

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Cizîrî diyar kir ku armanca wan ev e ku ew Saziya Zimanê Kurdî ava bikin û got ku “Divê Kurdî bibe rojeva civakê.”

Platforma Zimanê Kurdî li Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên 9 partiyên Kurdan tevlî civînê bûn. Rêveber û endamên Platformê beşdarî civînê bûn. 
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî qala bername û armanca platformê kir.

ARMANCÊN PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

* Divê beriya her kesî partiyên me, bi zimanê Kurdî bixwînin û binivîsînin, civînên xwe bi Kurdî bikin. Partiyên siyasî divê bibin rol û model ji bona zimanê Kurdî.

* Di roja 21'ê Sibatê de serok û nûnerên partiyan bi qutikên spî bi dirûşmeya “Zimanê Kurdî nasnameya me ye” derkevin kolanan û belavokan di derbarê daxwazên platformê de belav bikin. 

*Li hemû bajarên ku Newroz lê were pîrozkirin mafê zimanê Kurdî bikeve rojevê. 

* Piştgiriya hemû cûre hunera Kurdî were kirin, taybet jî şaredariyên Kurdistanê ji bona vê armancê bernameyan amade bike. Şaredarî rê li ber pêşketina zimanê Kurdî vekin. Ji bona xebatên zimanê Kurdî bibin alîkar. 

* Bi zimanzan, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevanan re civîn, konferans, panel û semîner werin amadekirin. 

* Zimanê Kurdî di mizgeft û çalakiyên olî de aktîf were bikaranîn.

* Pêwîst e em di pêşniyarên di Komxebata Ziman de ku di her sê (3) kargehan de hatin nîqaşkirin, xweşik bînin cem hevdû. Wana ji PZK’ê re bikin nexşerê.

* Piştî van ziyaretan em bi medyayê re rûnên û xebatên xwe bi wan re bidin naskirin, ji bona ragihandinê taşteyekê bi medya re amade bikin.

* Ji bona ku daxwaza dersa bijarte (Kurdî) di nava Kurdan de baş belav bibe, divê hemû pêkhateyên Platformê li cihên ku platform lê çalak e, di meha Hezîranê de li ber saziyên dewletê yên perwerdehiyê çalakiyan li dar bixin. 

* Zimanê Kurdî li welatê me bibe zimanê perwerdehiyê. Ango zimanê perwerdê li welat bibe zimanê zikmakî.

* Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê li tenişta zimanê Tirkî bibe zimanê fermî. Li Kurdistanê jî zimanê Kurdî bibe zimanê sereke û Tirkî jî li tenişta Kurdî be.

* Ji bona zimanê Kurdî di qanûna bingehîn û qanûna perwerdehiyê de guhertin werin kirin. Mafê zimanê Kurdî mîsoger bibe. Kurdî ji hêla fermî de bibe xwedî statû. 

* Ji bo alîkariya karê PZK’ê kampanyaya aborî were destpêkirin.

* Navê cih, çiya, çem, newal, bajar, bajarok û gundan, dikan û kargehan, dibistan û saziyan li welatê me bibin Kurdî.

* Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin, di parlamentoyê de were pejirandin û ji hêla budçeya dewletê ve were pejirandin.

* Konferanseke navneteweyî ji bona zimanê Kurdî were amadekirin.

* Li metropolan û li Ewrûpayê divê şaxên PZK’ê bi heman rêgez û programan werin damezrandin.

* Ji bona daxwazên PZK’ê di pewêndiyên navnetewî de aktualîze bibin, xebata nêzîk û dûr bi hev re divê bibe pakêtek. Ev pakêt bi mafê yasayî û navdewletî re, bi peymanên ku di vî warî de hene, bi daxwaznameyek hiqûqî were formulekirin û ji saziyên navneteweyî re were şandin. Di vê mijarê de alîkarî divê ji baroyan were xwestin."

Piştî eşkerekirina bernameyê endamên PZK’ê bersiva pirsên rojnamegeran dan. Şerefxan Cizîrî diyar kir kir ku di warê qada navneteweyî ango Yekîtiya Neteweyî de xebatên wan hene û ji bo warê hiqûqî pêwendiyên wan li gel Baroya Amedê jî hene. 

ÇALAKIYÊN JI BO 21’Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA CÎHANÊ

Cizîrî bal kişand ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û got ew dixwazin li gelek deveran ji bo 21’ê sibatê xebatên berfireh bên lidarxistin û çalakiyên vê rojê dê şanaziyê bide wan. 

Herî dawî Şerefxan Cizîrî got ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê piştî hilbijartinan li Enqereyê bi rayedaran hevdîtinê pêk bînin.

HDP, DBP, OSP, PDK-Bakur, PDK-T, PSK, PAK, ÎOP û Tevgera Azadî di nav platformê de cih digirin.