AIDS: Bi milyonan kes hay jê nînin

Li cîhanê ji 40 milyon kesên ku vîrûsa HIV'ê bi wan re heye 3 ji 5'ên wan ji tedawiyê sûd werdigirin, tê gotin, bi qasî 8 milyon  kes hay jê nînin ku vîrûs jî bi wan re heye.

Li gorî daneya Bernameya Hevpar a HIV/EÎDS a Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) heta dawiya sala 2018'an li cîhanê bi 37,9 kesan re vîrûsa HIV'ê heye. Lê ev hijmareke giştî ye, tê hesibandin ku herî kêm 32,7 û herî pir jî bi 44 milyon kesî re vîrûs heye. Ji van kesan ku vîrûsa HIV'ê bi wan re heye, bi kêmanî 1,7 jê zarok in.

Li gorî eynî daneyan tenê sala çûyî, di navbeyna 1,4 û 2,3 milyonî de weqayên nû yên HIV'ê çêbûne. Her wiha par di navbeyna 570 hezar û 1,1 milyonî de mirov ji AIDS'ê mirine.

HETA NIHA DI 75 MILYON KESÎ GERIYAYE, 32 MILYON KES MIRIN

Li gorî daneyan ji 1980'yî û vir ve hijmara kesên ku vîrûsa HIV'ê di wan geriyaye di navbeyna 58,3 û 98 milyonî de ye. Tê texmînkirin, heta bi dawiya 2018'an ên ku ji ber AIDS'ê mirine di navbeyna 23,6 û 43,8 milyonî de, 32 milyon kes in.

3 JI 5'AN KÊMTIR ÊN ZAROKAN DIKARIN TEDAWÎ BIBIN

Di têkoşîna dijî AIDS'ê de her sal her çendî hinekî pêşkeftin çêdibin jî tê gotin hê jî bi milyonan kes hay jê nînin ku vîrûs bi wan re heye û ji ber bêderfetiyên din nikarin tedawî bibin. Li gorî daneyên UNAIDS'ê heta Hezîrana 2019'an kesên ku xwe gihandina derfetên tedawiya antî-retrovîralê 24,5 milyon kes in.

Di nav wan kesan de ku vîrûsa HIV'ê bi wan re heye, rêjeya kesên ku ji tedawiyê sûd werdigirin 62 ji 100'î ye. Ev rêje, di nav zarokan ku de ku temenê wan di navbeyna 0-14'an de ye heta bi 54 ji 100'î kêm dibe.

Li nav mêran rêjeya tedawîbûnê 55 ji 100'î y, li nav jinan jî 68 ji 100'î ye.