Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Çiraya Şengalê dengê azadiyê ya Êzidiyan e

Radyoya Çiraya Şengal a piştî Komkujiya Êzidiyan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo civaka Êzidiyan hate avakirin, bûye dengê azadiyê yê Êzidxanê.

Bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an re bi deh hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û qetilkirin. Radyoya Çiraya Şengal di sala 2015’an ji bo civaka Êzidî bi rêxistin û hişyar bike tê avakirin û li ser esasê perwedekirin û xweparastinê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê weşangeriyê dike.

Tevî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser radyoyê jî hê jî dest ji weşana xwe neberdaye û dewam dike. Di pexşên xwe de Radyoya Çiraya Şengalê girîngî dide mijarên siyasî û civakî yên Êzidî ku bûye dengê Êzidxanê.

Rêvebera Çiraya Şengalê Nesrîn Şengalî li ser avakirina radyoyê axivî û got: “Dema êrîşên DAÎŞ’ê yên hov li 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk hatin û bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û revandin, pêwîst pê hebû ku dengek hebe civak Êzidî hişyar bike. Dîsa vê civakê bide naskirin. Bi vê radyoyê armanca em ew bû ku ev vê komkujiya li serê civak Êzidiyan hatî ragihînin raya giştî ya cîhanê. Dîsa beşek girîng didin ol û ayînên civaka Êzidî, çand û hunera Şengaliyan. Bibin dengê azadiyê ya civaka Êzidî.

 ‘GEL HIŞYAR DIKIN, PIŞT BIDIN HÊZÊN XWE’

Şengalî bal kişand ser bernameyên radyoyê û diyar kir ku girîngiyeke mezin didin hêz û vîna xwerêveberiya Şengalê û got: “Em dixwazin gel bidin nasîn û wisa bikin ku gel hê zêdetir pişt bide hêzên xwe û hêzên xwe binasin.” Nesrîn Şengalî da xuyakirin ku Çiraya Şengal bûye dengê civak Êzidî. Mijarên siyasî û civakî ya vî gelî ji bo raya giştî vediguhêzin. Dixwazin bi rêya radyoyê piştevaniya hemû civakên hejar bikin.”

Şengalî weke keçeke Êzidî li radyoyê bi erka rêveberiyê dike û heman demê jî bernameya Rojbaş Êzidxan jî pêşkêş dike. Şengalî got: “Her çendî karê me zehmet û giran jî be em bi kêfxwşî xizmeta gelê xwe dikin.Dema em dinçin nava civakê em paş tên pêşwazîkirin, hemû zorî û zehmetî li ber çavên me diçin.”

 ‘KIRYARÊN WAN KIFŞ DIKIN’

Nesrîn Şengalî li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser radyoyê jî axivî û ev got: “Balafirên şer ên Tirk sala 2017’an radyoya me bombe kir û destê wan di hemû fermanên ji demê Osmanî heta 3’yê Tebaxê li ser civaka me Êzidî pêk hatin de hebûn. Bi vê radyoyê em kiryarên wan ji bo gel radigihînin û kişf dikin.”

‘WEŞANA ME HÊ XURTIR DEWAM DIKE’

Şengalî diyar kir ku piştî êrîşê bi demekî bi qasî 5 mehan weşana xwe ji ber ziyanên pêk hatibûn rewestandibû, lê piştre bi şêwazeke hê baştir dest bi weşana xwe kirin. Nesrîn Şengalî diyar kir ku wê weşana xwe dewam bikin ku heta hemû rastiyan eşkere bikin. Çiraya Şengal dengê civak Êzidî ye.