75 sal e ruh dide sefarê

Muhammet Nezir ê ku di zarokatiya xwe de dest bi sefariyê kir û ev 75 sal e didomîne got, ew li rojên berê digere û anî ziman ku ji bo pîşeya wî winda nebe, ew ê heta dawiya temenê xwe sefariyê bike.

Sefarî, sefartî an jî sefarkarî, paqijkirina firaxên sifir ji tenî yan jî ji qilêrê ye. Ji kesê ku sefariyê dike re sefar dihate gotin. Berê ev kar li Kurdistanê bi giranî ji aliyê Ermeniyan ve dihate kirin. Ev kar û pîşeyê ku sedsalan berdewam kir niha têk diçe. Sefar yek ji wan pîşeyan e ku berê gelekî dihat kirin. Hemû firax sifir bûn, ji ber ku hostayên Sefarkariyê li nava gundan, navçeyan, bajaran, li nava kolanan, li nava malan digeriyan û firaxên sifir spî dikirin. Jinên ku dibihîstin Sefar hatiye kolanan, kar û barê xwe li şûna xwe dihişt, radihiştin firaxên xwe yên sifir û berê xwe didan cihê deng jê dihat. Pîşeyê Seferkariyê ku berê gelekî hebû, ji ber teknolojiyê îro li ber tinebûnê ye. Li şûna firaxê sifir êdî firaxên ji pola, teflon, cam, seramîk li mutbexan e. Pişeyên dîrokî û çandî yên bi hezar salan in heta îro hatiye, di salên dawî de yek bi yek têk diçe û winda dibe.

‘MÎRATEYA SEFARIYÊ BI TUNEBÛYÎNÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Muhammet Nezîr ê di 7 saliya xwe de li Sûka Zexîre a Mêrdînê dest bi sefariyê kir, ev 75 sal e pîşeya xwe li ser bingeha hoste-şagirtiyê didomîne. Nezîr dibêje berî 30 salan ew bi gund bi gund digeriyan û firax spî dikirin û ev tişt got: “Kalên me berî çendîn salan ji Yemenê koçî Mêrdînê kirin. Li Mêrdînê em fêrî Kurdî û Tirkî bûn. Ez xwe Kurd dibînim. Dema ez biçûk bûm, ji ber bêderfetiya aboriyê min nexwend û ji bo em di warê aborî de piştevaniya malbata xwe bikin, diviya em di karekî de bixebitin. Lê belê, nifşên niha ne xwedî li mîrateya xwe ya çandî derdikevin û ne jî di warê aborî de piştevaniya malbata xwe dikin. Ji ber vê, ji bo pêşeroja sefariyê kes tune bixebite.”

‘EZ JI PÊŞEYÊ XWE NEPOŞMANIM’

Nezîr anî ziman ku pîşeya wî girêdayî çandekê ye, ew ê piştî hosteyên sefarî winda bibe û got: “Kes wek berê qîmetê nade sefariyê. Li bajêr ji bilî min kesekî din jî vî karî dike. Ji ber êdî qucxaneyên pola û elemînyonî li fabrîqeyan tên çêkirin, êdî pîşeya wan rastî eleqeyê nayê. Tenê gundên hawirdorê daxwaza amûrên sefariyê dikin. Berê di her malê de nêzî 50 amûrên ji sefariyê dihatin çêkirin hebû. Lê niha di hin malan de qet tune ne jî. Di roja îro de bes ji bo dawet û cejnan amûrên ji sefarê tên bikaranîn. Ev rewş jî dibe sedema ku em di warê aborî de bitengijin. Lê belê ez ji pîşeyê xwe jî nepoşman im. Çimkî min bi saya vî pîşeyê, bi keda xwe zarokên xwe dan xwendin û mezin kirin.”

SEFARKARÎ JI SEDÎ 99 MIR

Nezîr diyar kir ku xwarinên di sifiran de dihatin çêkirin hem kevneşopiyê dida jiyîn hem jî lezeta xwarinan dida der. Nezîr bilêv kir ku piştî ku aluminyum, teflon û plastik belav bûn sifir êdî nayê tercih kirin û got: "Aluminyum ji sifir erzantir e û piştî ku aluminyum derket sifir ji sedî 99 mir. Xwarinên ku di aluminyuman de tên çêkirin ji aliyê tenduristiyê jî nebaş e û bi erzantiyê tenduristiya mirovan jî tê erzankirin."

KARÊ KED Û HUNERÊ

Kurê Muhammet Nezîr, Serkan Nezîr ji bo ku pêşeya sefarkariyê winda nebe û alîkariya bavê xwe bike di demên xwe yên vala de tê li dikanê dixebite û pêşeyê sefarkariyê hîn dibe. Serkan Nezîr jî anî ziman ku ji bo pêşiya bavê xwe bide jiyîn bi birayê xwe re vî karî hîn dibe û wiha got: “Ez û birayê xwe ji derve dixebitin û di demên vala de tên li gel bavê xwe û vî karî hîn dibin. Bavê min 75 sal e vî karî dike. Ji bo ku vî pêşeyî bidim jiyîn ez ê hertişê bikim û heta dawiya emrê xwe bixebitim. Ez hîna zarokbûm bavê min gund bi gund digeriya û karê sefarkariyê dikir. Karê sefariyê karê ked û hunerê ye û ji bo vê yekê sebr û pisporiylek lazim e.”

‘XWARINA DI FIRAXÊN SIFIR DE BI TENDURISTE’

Nezîr bilêv kir ku xwarina di firaxên sifir de tên çêkirin bêtir bi tenduristî ne û niha firaxên sifir tenê li gundan heye. Nezîr anî ziman ku ev pîşe wan bêtir aram dike û kêfxweş dike û ew pîşeyê pêşiyan didin jiyandin.