Kaniyên Wanê tên çikandin, av tê herimandin
Herêma Wanê bi gol, çem, sûlav û kaniyên xwe, yek ji bajarên herî berhemdar ên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Lê belê kaniyên herêma Wanê tên çikandin.
Herêma Wanê bi gol, çem, sûlav û kaniyên xwe, yek ji bajarên herî berhemdar ên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Lê belê kaniyên herêma Wanê tên çikandin.
Li gel Gola Wanê, Sûlava Bêgirê û çemên Miks û Şaxê, ava vexwarinê bi hêsanî bi destê şêniyên Wanê nakeve.
Pirsgirêka avê salên dawî li Wanê zêde bû. Ji ber polîtîkayên enerjiyê yên hikumeta AKP'ê, bikaranîna bi nezantî bûn sedem ku kaniyên Wanê kêm bibin. Kêmbûna kaniyan li Wanê ku nifûsa bajêr zêde dibe, rêxistinên hawirdorê dixe nava tirs û fikaran.
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Av jiyan e. Bi gemarîkirina avê re jiyan û xweza bi temamî tê gemarîkirin. Em dibînin ku modernîteya kapîtalîst avê ji mirovan vedigire. Av ji aliyê dewletê ve weke malekî tê bikaranîn. Hikumeta AKP'ê ava me ya vexwarinê jî pêşkêşî alîgirên xwe kiriye. Mafê bikaranîna avê desteser kiriye. Bi yekdestkirina avê re, her wiha bi gemarîkirina kaniyên vekirî re, çandiniyê zerareke mezin dîtiye. Ava gemarî dema tê vexwarin û zevî pê tê avdan, hingî bandoreke neyînî li jiyanê dike û rê li ber gelek nexweşiyan vedike."
Kalçik anî ziman, ava Wanê ji aliyê DSÎ û fîrmayên avê yên AKP'î ve hatiye desteserkirin, bi guhertina herikîna avê re hevsengiya xwezayê tê xerakirin û got, "Bi bendavên avdanê, bendavên ewlekariyê û HES'an re bend danîne ber avê û av kirine weke malekî. Kapîtalîzm ji bo xatirê qezenca ji 40-50 salî, avê tine dike ku çavkaniya me ya jiyanê ye."
Kalçik diyar kir, qanûnsaz û alîgirên wan her wiha perav dagir kirine, nahêlin şêniyên Wanê xwe bigihînin avê û got, "Li dijî têkbirina xwezaya me, yekane rê têkoşîna hevpar e û bi vî rengî divê feraseta dijminê xwezayê ji holê bê rakirin."