‘Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke’
‘Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke’
‘Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke’
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi minasebata Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke” çalakî li darxist. Di çalekiyê de Mamoste Wîldan Ergul Tîlegî destnîşan kir ku, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê di encama têkoşîna 35 salan ya birûmet û bêhempa de gelê Kurd, di warê nirx û rûmetên neteweyî de gelek serkeftinên mezin bidest xistin.
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi minasebata Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîke” li ber Sînemaya Yilmaz Guney daxuyaniya çapemeniya da û kermes vekir. Li serê kolana Gulistanê jî standa pirtûk û tîşortên bi nivîsên kurdî da vekirin.
Girseye ku tevlî daxuyaniyê bû di pêşengiya KURDÎ-DER’ê de li serê kolana Gulîstanê kom bû û piştre bi awayekî bêdeng heta ber Sînemaya Yılmaz Guney meşiyan. Di daxuyaniyê de rêveberên KURDÎ-DER, BDP, MEYA-DER, sendîqayên kar û kedê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, tevkarên DOKH’ê, xwendekar û gelek kes amade bûn.
Li ser navê girseyê Mamosteya KURDÎ-DER’ê Wîldan Ergul Tîlegî daxuyanî xwend. Ergul Tîlegî diyar kir ku, îro 15 ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û got, kurdên ku li çar aliyên cîhanê dijîn, vê cejna neteweyî bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin.
Ergul Tîlegî anî ziman ku, di herikîna dîrokê de ji ber siyaseta pişaftinê, ku demên dirêj li ser zimanê kurdî zext, qedexe û pêkutiyên herî dijwar pêk hatin û got gelê Kurd gelek êş kişandin. Ergul Tîlegî da zanîn ku, di encama polîtîkayên înkar û tunekirinê de, Zimanê Kurdî qels û lewaz bû û hat jibîrkirin û bi bîr xist ku ji xwe armanca dewletê jî ew bûye.
Ergul Tîlegî destîşan kir ku, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê di encama têkoşîna 35 salan a birûmet û bêhempa de gelê Kurd, di warê nirx û rûmetên neteweyî de gelek serkeftinên mezin bidest xistin. Ergul Tîlegî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Gelê Kurd bi tevayî ji bo ku ev pêvajo bibe destpêk û bingeha aştiyeke mayînde, bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide vê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wekî avakirina aştî û modernîteya demokratîk hatiye binavkirin. Herwiha gelê Kurd dixwaze ji aliyê dewletê ve jî li gor rihê pêvajoyê gav bên avêtin.”
Ergul Tîlegî diyar kir ku, heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehînin û got bila bi zagonan werin mîsogerkirin. Ergul Tîlegî destnîşan kir ku, zimanê kurdî ji pêş dibistanê hata zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û wiha got: “Dê gelê Kurd di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe, ji hemû deman zêdetir bi biyardarî bidomîne. Bi van hest û ramanan em afrînerê alfabeya latînî ya zimanê kurdî Celadet Elî Bedirxan, ku di hejmara yekemin a kovara Hawarê de gotibû ‘Hawar zanîne, zanîn xwe nasîne. Xwe nasîn dê ji me re xelasiyê bîne’, bû hawara xwenasîna gelê Kurd û zindîkirina zimanê Kurdî bi rêzdarî bibîr tînin û em dibêjin;15 ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz be.”
Daxuyanî bi sloganên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girsê kermesa hate vekirin ziyaret kir.