Zarokên Sûrê Kupaya şampiyonayê ji destê Roberto Carlos girtin

Lîstikvanê bi nav û deng ê Futbolê Roberto Carlos tevlî merasîmên Turnuvaya Futbolê ya Navneteweyî ya Zarokan ya bajarê Seferîhîsar bû.

Lîstikvanê bi nav û deng ê Futbolê Roberto Carlos tevlî merasîmên Turnuvaya Futbolê ya Navneteweyî ya Zarokan ya bajarê Seferîhîsar bû. Di lîstika fînalê de taximê futbolê yên zarokên Şaredariya Sûrê bi ser ketin û kupaya xwe ji destê Roberto Carlos wergirtin.

Derdora hefteyekê ye turnuvaya futbola zarokan a tîmên şaredariyan li Seferihisarê berdewam kir.  Di roja 28'ê Gulanê de bi lîstika di navbera zarokên Sûra Amedê û zarokên şaredariya Hamm a Elmanyayê de hate lîstin û bi serketina Sûrê bi dawî bû. Lîstikvanên Sûrê ew lîstika fînalê 5-0 bi dawî kirin û bûn şampiyonê vê turnuvayê.

Zarokên Sûrê Kupaya şampiyonayê ji destê lîstikvanê efsanewî yê Brezîlyayê Roberto Carlos wergirtin.

Carlos di merasîman de axaftinek kir û got ku wî bi kelecaneke mezin lîstikên vê turnuvayê şopandiye. Her wiha spasiya Şaredariya Sefirhisar ji bo organîzasyona vê turnuvayê kir. Di dawiya gotina xwe de Carlos wiha got: “Ya girîng ku ji destpêkê de ango ji temenekî biçûk de zarokên me hînî rêzgirtinê bibin, rêzgirtina welatan ji hev re girîng e. Ez hêvî dikim ku di salên pêş me de ev turnuva bi tevlîbûna gelek welatên din were lidarxistin.” 

...