Zarokên Kurdistanî û Filîpînî ji bo pêşerojeke hevpar kom bûn

Zarokên Kurdistanî û Filîpînî ji bo pêşerojeke hevpar kom bûn

Di mihrîcana bi navê “Bata-Zarok-Kind” ya li bajarê Hollanda Den Haagê ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û rêxistina jinên Filîpînî ya bi navê Gabriela ve hate lidarxistin de, zarokên ji çandên cûda li hev kom bûn.

Mihrîcana bi navê “Bata-Zarok-Kind” ya li bajarê Hollanda Den Haagê ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF) û rêxistina jinên Filîpînî  ya bi navê Gabriela ve hate lidarxistin, li navenda Civaka Demokratîk hate lidarxistin. Mihrîcan ji diyarî zarokên Şengal û Rojava hate kirin.

Di mihrîcana ji 4 beşan (mûzîk, wêne, ritm û dansên gelan) pêk dihat de, zarokan xebatên xwe yên dest nîşan dan û di heman demê de ziman û çanda hev du nas kirin. Di beşa ritmê de zarok bi ritm û estrumanên welatê xwe derketin pêş. Di beşa atolyeyê ya ku 2 saetan berdewam kir de, zarokan wêneyên xeyalên xwe yên aşitiyê çêkirin. Zarokên Kurdistanî xwest hînî dansên Filîpîniyan bibin û zarokên Filîpînî jî li gel zarokên Kurd tevlî govendên Kurdî  bûn.

Zarokan di berdewama mihrîcanê guhdarî koroya zarokan a ku li Navenda Civaka Kurdan hatibû amadekirin bûn. Li ser navê IFWF’yê Narîn Toguç axivî û bi bîr xist ku zarokên Şengal û Rojava neçar mane ku zû mezin bibin û koçber bibin û bang li raya giştî kir ku li hemberî rewşa Şengal û Rojava

Li ser navê rêxistina Gabriela ya Filîpînî jina bi navê Consie Gonzales axivî û diyar kir ku ew bûyerên li Kurdistanê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin.

Di mihrîcana zarokên Kurd û Filîpînî ya ku malbatên zarokan jî beşdar bûn de, tişta ku herî bal kişand, lîstikên palyaçoyê bû.