YPS-Jinê li Ordû, Manîsa, Îzmîrê çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê li Ordû, Manîsa, Îzmîrê çalakî li dar xist û diyar kir ku wê bi rêbaza Şehîd Zîlan hesabê êrişên dagirkeriyê bipirsin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci ku sala 1996'an çalakiya fedayî li dar xist, di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, sîxur û nokeriyê" de li Ordû, Manîsa û Îzmîrê çalakî li dar xist.

KARGEHÊN FAŞÎSTAN HATIN ŞEWITANDIN

Di daxuyaniya yekîneyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Endamên yekîneya me 25'ê Hezîranê êvarê li navçeya Altinordû ya Ordûyê li dijî febrîqeyeke rûn a kesekî piştevaniyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encamê de febrîqe bi giranî îmha bû.

Endamên me 28'ê Hezîranê saet di 21:00 li navçeya Yûnûsemre ya Manûsayê li herêma pîşesaziyê, li dijî febrîqeyeke bermahiyên kîmyewî yên kesên qaseya pere ya rejîma AKP-MHP'ê ku kujerê Kurdan e, çalakiya sabotaê kirin. Di encamê de febrîqe bi temamî hate îmhakirin.

Endamên me 29'ê Hezîranê saet di 23:00 de li navçeya Bornova ya Îzmîrê qadeke rekreasyonê şewitandin. Şewat her wiha li derdorê jî belav bû û bû sedema xisareke mezin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî tecrîdkirê wê li her qadê çalakiyên xwe yên tolhildanê bidomînin.